​​​​​​​Leşkeran li Mexmûrê ciwanek birîndar kir

Xelkê Mexmûrê li dijî leşkerên Iraqê ku dixwest li dora wargehê qûleyan deynin, derketin. Leşkeran êriş kir û ciwanek birîndar kir.

​​​​​​​Leşkeran li Mexmûrê ciwanek birîndar kir
20 gulan, 2023   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Iraqê careke din hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê sibehê ve hewl dide derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê jî dewam dike.

Leşkerên Iraqê xwest li dora wargehê qûleyên leşkerî deyne û têl bikin. Lê xelkê wargehê li hemberî vê rabû. Leşkerên Iraqê êrişî xelkê kir û di encamê de ciwanek birîndar bû.

Berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî hewldana dorpêçkirinê heya niha dewam dike. Artêşa Iraqê jî hê jî hêzên xwe ji dora wargehê nebirine û dixwazin derdora wargehê têl bikin.