'Em ê peymana ne edalet a li ser Şengalê qebûl nekin'

Xelkê Şengalê nerazîbûn nîşanî şêwazê birêvebirin û nêzikatiya li dosyaya Şengalê ya hikumeta Iraqê dan û got: " Ger em neçar bibin em ê carek din malbatên xwe bibin lûtkeya çiyayê Şengalê da ku em pêşeroja gelê xwe li Şengalê biparêzin."

'Em ê peymana ne edalet a li ser Şengalê qebûl nekin'
19 gulan, 2023   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Dihat payîn di 13’ê Gulanê de di çarçoveya serdanên parêzgahên Iraqê de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Şengalê kiriba û bi Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêkhateyên Şengalê re biciviya ba. Lê serdana wî ya ji Şengalê re hatibû betalkirin. Her wiha di demên dawîn de PDK dixwaze Peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Şengalê bi Iraq û Nûnera Netewên Yekbûyî ya ji bo Kar û barên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert re bixe meriyetê. Ji bo peyman bicih were PDK û dewleta Tirk serî li hemû rêyan dide. Herî dawîn jî balafirek bê mirov a dewleta Tirk a dagirker malek li Xanesorê bombebaran kir.

Xelkê Şengalê li dijî van hemû plan û êrişan nerazî ne û bi beşdariya hemû pêkhateyên Şengalê meşek li dar xist. Meş tevî hemû xelkê Şengalê, bi tevlîbûna PADÊ, YNK, TAJÊ û saziyên din ên Rêveberiya Xweser a Şengalê hate lidarxistin.

Meş ji ber avahiya Meclisa Gel a Şengalê dest pê kir heya Çerxerêya Yermûk dewam kir. Li wir nameya ku li ser navê hemû xelkê Şengalê, ji bo hikumeta Iraqê hatiye nivîsandin, ji aliyê aliyê endamê polîtburoya PADÊ’ê Silêman Hecî ve hate xwendin.

Nameya xelkê Şengalê wiha ye:

 “Em weke xelkê Şengal, bajarok û gundên wê, yên ku vegeriyane ser axa xwe, yên zilim lê hatiye kirin, yên ku ji warên xwe dûr ketine û niha di kampan de, hatine jibîrkirin.

Em di serî de nerazîbûna xwe ji bo şêwazê birêvebirin û nêzikatiya li dosyaya Şengalê ya hikumeta Iraqê dikin. Her wiha şaştiya dawiyê jî bêyî ku lêborîna xwe ji xelkê Şengalê bixwaze betalkirina serdana Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ya Şengalê bû.

Em bihêrsbûna xwe li beranberî israra  Nûnera Netewên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert nîşan didin. Ji ber ku ew hewl dide Êzidiyan neçar bike ku “peymana ewlekariyê” qebûl bikin û bixin meriyetê. Ev metirsiyane wê li deverê bibe sedemê parçebûn, pevçûn û egera derketina şerekê. Wê bibe sedem ku Êzidiyên demek dirêj piştî komkujiyê vegeriyane ser cih û warên xwe dubare bi neçarî koçber bibin .

Yekem: Birêz Serokwezîrê Iraqê, serdan nekirina nerewa ya we ji bo Şengalê, Êzidiyên hemû deveran hêrs û aciz kiriye. Vê jî bi awayek rasterast deriyê gotinên nefretê û nexweş li dijî Êzidiyan zêdetir kiriye. Herwiha bê helwestiya Hikumeta Navendî ya Iraqê ya li beramber bombebarankirina deverên Şengalê me gelek bihêrs dike û bi tundî nerazîbûna xwe di vî alî de nîşan didîn. Ji ber ku dest berdana ji Êzidiyan zererek mezin digihîne Êzidiyan û pirsgirêka Şengalê. Rêz û hurmeta me ji bo Serokwezîrê Iraqê heye. Bi taybet jî piştî biryara wî ya dîrokî ya têkildarî xwedîderketina Êzidiyan.

Duyem: Ji bo Jeanine Hennis-Plasschaert! Piştî ku di Mijdara sala 2020’an de “Peymana Şengalê” hat pesendkirin, we mercê jinûve avakirina Şengalê, anîna aramiyê li herêmê ku ya herî dawî ew nameye bû we di 18’yê Gulana 2023’yan de pêşkeşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir. Her çendî ku ew peyman di bin çavdêriya we de hat îmzakirin jî, lê li wir nûnertiya Êzidiyan nehat kirin. Lê piştî îmzakirina vê peymana nayê xwestin, xelkê Êzidî bi vê yekê gelek êşiya, ji ber ku vê yekê baş fam dikin.

Sêyem: Ji bo hêzên siyasî yên Iraqê! Xelkê Êzidî li Şengal di nava kampan de rûbiriyê metirsiyên dubare dibin. Ji ber ku qurbanî û bedelên wan peymanên ku li ser hisaba wan hatiye kirin û dibe ku dubare bibe; mirin, koçberbûn. Ji bo wê jî em bang ji we dikin ku di demên deng û zehmet de li rex xelkê Êzidî bimînin.

Li ser mijarên li jor hatine diyarkirin, dixwazîn van agahiyane bînîn bîra Serokwezîr û Plasschaert û ji bo derxistina rastî û ew pirsgirêk-êşên ku xelkê Êzidî dijî.

Yekem: Piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li ser Şengalê ku me firotin DAIŞ’ê, zêdetirî 300 hezar Êzidiyên Şengalê jî di serdema modern de jî rastî tundûtujiya rêxistina terorîstî hatin. Ev komkujî piştî kesên herî nêzîk xiyanet kirin, pêk hat. Tevî hebûna Iraq û cîranan jî em bi çarenûsa xwe re di wan rojên tarî de tenê hatin hiştin. DAIŞ’ê di wê komkujiyê de bi sedan Êzidî bi hovane qetil kirin û cenazeyên wan avêtin kolanan.

Duyem: Hezaran malbatên Êzidî di rojên yekem yên êrişa çeteyên DAIŞ’ê de hatin qetilkirin, bi hezaran kes jî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û girtin. Hîn jî çarenûsa wan nayê zanîn. Her wiha bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û girtin, zêdetirî hezar û 500 zarokên Êzidî hatin qetilkirin yan jî di wargehên DAIŞ yên li Iraq û Sûriyeyê hatine girtin û hîn jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Li Şengalê zêdetirî 5 hezar xanî bi temamî wêran bûn, hezaran xanî ji ber ba û baranê xirab bûne.  Bi sedan bîr çikan û bi hezaran bax û baxçeyên çandiniyê wêran bûn.

Sêyem: Heya niha zêdetirî 80 gorên bi komî li Şengalê hatine dîtin, di wan goran de bi hezaran Êzidiyên bê guneh hatine veşartin. Her wiha ji bo ku nasnameya wan êdî neyê zanîn, hestiyên qurbaniyan hatine tevlîhevkirin.

Ji bo ku serokwezîr encamên nerênî yên ne hatina Şengalê fêm bike, ev agahî bes in. Ji bo ku Nûnera Netewên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert bizane mijara Şengalê ji lihevkirinek ne temam ku di her demê de bibe sedema şer ev, agahî bes in.

Bûyeran hemû piştrast kiriye ev hemû têrê nakin. Girêdayî xalên jor ku birînên kur û xelkê Şengalê hest pê dike, weke bersiva hemû gelê Êzidî em van xalên jêr radigihînin.

Yekem: Êdî xelkê Şengalê ji ber rûreşiya desthilatdariya herî bilind a welat, nikare ti şandeyek hikumetê qebûl bike. Ji pileya herî bilind a dewletê bigre, heya karmendên herî biçûk ên welat jî nikare qebûl bike.

Duyem: Em weke gelê Şengalê naxwazin li tu cihek Şengalê pêşwazî li Nûnera Netewên Yekbûyî ya ji bo Kar û barên Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert bikin. Ji ber di dosyayê Şengalê de, weke ku nûnertiya hizbek bike tevdigere û ne weke nûnertiya civaka navneteweyî bike tevdigre. Heya ku bi xwe bibe beşek ji çareseriyê, wê ev helwesta me dewam bike.

Sêyem: Em der barê lihevkirinên ewlekarî yên ku pêkhateyên Şengalê  dered dikin de dibêjîn; Di sala 2014’an de ku Êzidiyan di warê xiyanetê de bedelên peymana DAIŞ’ê û aliyên din da, em ê peymana ne edalet a li ser Şengalê qebûl nekin.

Her wiha her aliyên ku vê lihevkirinê berevajiyê îradeya Êzidiyan bicih bike, divê dubare xwe berçavan re derbas bike. Ji ber ku bila baş bizanin ku em bi ti awayî rê nadin ev peymana metirsîdar bikeve meriyetê. Ger em neçar bibin em ê carek din malbatên xwe bibin lûtkeya çiyayê Şengalê da ku em pêşeroja gelê xwe li Şengalê biparêzin."