​​​​​​​Li Îranê hêrsa li dijî darvekirina sê girtiyên siyasî

Li gelek deverên Îranê, gel li dijî darvekirina sê girtiyên siyasî bertekên tund nîşanî dan.

​​​​​​​Li Îranê hêrsa li dijî darvekirina sê girtiyên siyasî
19 gulan, 2023   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku sê girtiyên siyasî yên bi navê Salih Mîrhaşimî, Mecîd Kazimî û Seîd Yakubî hatin darvekirin, xwepêşanderên Zahîdanê piştî nimêja înê daketin qadan û dirûşm berz kirin. Piştî nûçeya bidarvekirina sê xwepêşanderên ku li Îsfehanê hatin girtin welat ket rewşeke aloz û nebaş.

Gelê Belûcê bi tundî darvekirina 3 girtiyên siyasî yê di doza Mala Esfehanê de şermezar kirin û careke din nerazîbûna xwe ya li dijî hikûmeta Îranê bi qîrîna dirûşmên “Em komarek hatiye darvekirin naxwazin” berz kirin.

Xwepêşanderên dirûşmên "Birayê min ê şehîd ez xwîna te digrim" li kolanên Zahedanê hilgirtina wêneyên 3 girtiyên hatin darvekirin li hev kom bûn.

Dewleta Îranê bi girtina beşek ji malbatên girtiyên hatin darvekirin hewl dide rê li kombûnên nerazîbûnê û şopandina xelkê bigire û dengê wan qut bike. Li gorî daxuyaniya çapemeniyê, dezgehên ewlehiyê ji xizmên din re gotine ku girtina wan dê dirêjtir bibe û ger agahdar bin dê rewş dijwartir bibe.

Ji aliyê din ve piştî belavbûna nûçeya bidarvekirina van girtiyan, xelkê hêrsbûyî li navçe û taxên curbicur ên Tahranê dirûşmên dijî hikûmetê berz kirin.

Xelkê bajarokê Negîn, Şahzabe, Tahransar û Ekbatanê dirûşemeyên, “Bimre Xamineyî”, “Bimre dîktator”, “Bimre komara darvekirî” berz kirin.

<iframe width="723" height="360" src="https://www.youtube.com/embed/FdmkVlZRJVY" title="اعتراضات مردم زاهدان در محکوم کردن اعدام ٣ زندانی سیاسی" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>