​​​​​​​Welatî: Hevgirtina pêkhateyan yekitiya xaka welat diparêze

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir pêkhateyên herêmê bi jiyana hevbeş hemû planên dijber têk birin û got “Hevgirtina nîştimanî ji bo sûriyeyiyan keştiya xelasiyê ye.”

​​​​​​​Welatî: Hevgirtina pêkhateyan yekitiya xaka welat diparêze
19 gulan, 2023   02:06
QAMIŞLO

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevna xwe ya civakî tên nasîn. Li herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkes, Ermen û êzidî bi hev re dijîn û li hember siyasetên qirkirin, asîmîlasyon û êrişên dagirkeriyê yên ku ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê de didomin, li ber xwe didin.

Xelkê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo jî balê dikişîne ser girîngiya jiiyana hevbeş û hevgirtina gelan û dibêje bi saya vê yekê pergala Rêveberiya Xweser hat avakirin û ew rêya yekane ya derbaskirina hemû astengî û gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Entwan Melekî yê ji pêkhateya Suryan di vê derbarê de nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin. Melekî anî ziman ku têkiliyên dîrokî pêkhateyên herêmê tînin cem hev û sîstemên zordest hewl dane van têkiliyan xirab bikin da ku serweriya xwe ferz bikin.

Melekî, têkiliya pêkhateyan li gundê xwe (Miherkan) ya girêdayî navçeyê, wek mînak nîşan da û wiha dom kir: “Mozaîkeke xweşik e. Me li hember dijmin û dagirkeran civakeke hevgirtî ava kir, me gundê xwe parast. Hêvîdar in ku tecrubeya Rêveberiya Xweser li seranserê Sûriyeyê pêk were.”

'BI HEVGIRTINA NÎŞTIMANÎ EM DESTKEFTIYAN DIPARÊZIN'

Mihemed Şefîq Mûrad ê Kurd jî got: “Destkeftî bi hevgirtina nîştimanî û jiyana hevbeş di hemû waran de, tên parastin. Bi wê yekê em dikarin li hember aliyên ku dixwazin vê hevgirtinê xirab bikin û fitneyê derxin, bisekinin.”

Mecdûlîn Elî ya êzidî jî diyar kir ku li gel vê tevliheviya li cîhanê, hevgirtina pêkhateyan ji bo tevahî sûriyeyiyan keştiya rizgariyê ye û jiyana hevbeş û tecrubeya demokratîk ji berê de û heta niha hêviya sûriyeyiyan e.

Ebdurehman El Giûd ê ji pêkhateya Ereb jî anî ziman ku tecrubeya Rêveberiya Xweser hêviya tevahî pêkhateyan e û diyar kir ku jiyana hevbeş dikeve xizmeta yekitiya axa welat, îradeya civakê û hêza wî li hember dewletên ku dixwazin gelan qir bikin, xurttir dike.

(c)

ANHA