Bi girtina bedenê raman nayê girtin - DIYAA ÎSKENDER

Bi girtina bedenê raman nayê girtin - DIYAA ÎSKENDER
19 gulan, 2023   03:16

Avakirina girtîgehan ji bo cezakirina sûcdaran û muxalifên li dijî pergala serdest a cîhanê, kevn e. Di Qurana pîroz de behsa girtîgehê hatiye kirin ku îşaret bi girtina Yûsif pêxember dike. Di Tewratê de jî qala girtîgehan tê kirin ku di serdema Mûsa pêxember de girtîgeh li Qudsê hebû.

Girtîgeh ne tenê ji bo cezakirina sûcdaran e, lê belê têkoşerên ku daxwaza mafên xwe dikin û mafên xwe diparêzin, kesên dijberî pergala serdest ku wan wekî diz û qatilên herî xeternak wesif dikin, dixin girtîgehan.

Di dîrokê de qedexeya siyasî bi avabûna desthilata siyasî û derketina nakokiyên civakî ve tê girêdan. Derketina ji lîstoka siyasî ya pergala heyî û redkirina desthilatdaran bi girtinê bi encam dibe.

Li gorî marksîstan, girtina bi armancên siyasî pirsgirêkeke çînî ye û bi temamî bi nakokiyên çînî anku tebeqî ve girêdayî ye. Her wiha yek ji encamên diyardeyên qedexe û dîktatoriyê ye ku çîna serdest bi navê saziyên dewletê li dijî dijberên xwe yên siyasî dimeşîne. Di her dewletekê de armanca girtina siyasî lawazkirina dijber û muxalifan e heta ku nekarin li hemberî pergala serdest rabin.

Di vê gotarê de dixwazim balê bikişînim ser zilm û zextên ku li dijî rewşenbîr û têkoşerên siyasî yên ji ber helwest û nêrînên wan ên li dijî pergalên destpot û serdest, her wiha em ê bi kurtahî balê bikşînin ser hin têkoşerên ku di girîgehê de li dijî wan her cure îşkence hate kirin. Hinek ji wan azad bûn, hinek jî piştî serbestberdanê jiyana xwe ji dest da û hinekên din hîna di girtîgehan de ne.

KERÎM YÛNIS

Di 6'ê Çileya 1983'yan de dema 23 salî bû, ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat girtin û di 5'ê Çileya 2023'yan de di 65 saliya xwe de hat berdan.

ÎMAD ŞÎHA

Endamê Rêxistina Komunîst a Erebî bû. Ji ber helwesta xwe ya siyasî di 20 saliya de anku di sala 1975'an de ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat girtin û cezayê muebbedê lê hat birîn. Îmad Şîha derdora 30 salan di girtîgehê de ma û di sala 2004'an de hat berdan. Di sala 2022'yan de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

NELSON MANDELA (1918-2013)

Bi tawana xiyanetê di sala 1961'an de hat girtin. Tevî beraata wî jî lê di sala 1962'yan de bi tawana ku bi awayekî neqanûnî ji welat derketiye, careke din hat girtin û cezayê 5 sal girtîgehê lê hat birîn. Di sala 1964'an de jî bi tawana texrîbkirinê careke din hat darizandin, di Hezîrana 1964'an de tevî hejmarek rêveberên Partiya Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê yên têkoşerên li dijî nîjadperestiyê li Afrîkaya Başûr hatin darizandin û cezayê muebbedetê lê hat birîn. 27 salan di girtîgehê de ma û di sala 1990'î de hat berdan.

CORC EBDULLAH Ê JI LUBNANÊ

Di sala 1984'an de bi tawana ku belgeyên sexte pê re hene, li bajarê Lyon ê Fransayê hat girtin û 4 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî 4 salan dadgeha Fransayê bi tawana ku cek û teqemenî li gel wî hatine dîtin, careke din ew darizand û 4 sal ceza da wî. Di sala 1987'an de desthilata Fransayê careke din ew darizand, lê vê carê bi tawana ku tiliya wî di kiryarên "terorî" de heye û di kuştina sekreterê duyemîn ê balyozxaneya Îsraîlê yê Fransayê û berdevkê leşkerî yê Amerîkayê yê li Parîsê de heye û bi tawana hewla kuştina serkonsolosê Amerîkayê yê li Strasbourgê, cezayê muebbetê lê hat birîn.

Rexîd Terterî (Pîlotê berê yê balafirên leşkerî yê Sûriyeyê): Zêdetirî 40 salan di ser girtina wî re derbas bûn û heta niha çarenûsa wî ne diyar e. Rexîd Terterî girtiyê siyasî yê herî kevn ê li Sûriyeyê ye, ji ber ku qebûl nekir beşdarî êrişa li dijî xelkê parêzgeha Hemayê ya sala 1980'an bibe, hat girtin.

ABDULLAH OCALAN

Sala 1949'an ji dayik bûye, damezirîner û rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Abdullah Ocalan di Sibata 1999'an de li paytexta Kenya Naîrobiyê hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Niha di Girtîgeha Îmraliyê ya li nava Deryaya Marmarayê de tê ragirtin û cezayê darvekirinê danê. Di sala 2002'yan de ji ber hêrsa mezin a gel û têkoşîna li dijî biryarê ceza hat sivikkirin û ji darvekirinê veguherî muebbetê.

Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 2 salan ve tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye û hevdîtina malbat û parêzerên wî qedexe dike. Ev tecrîd û zext di nava bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildarî mafên mirovan de dewam dikin. Gelên ku bi fikr û felsefeya wî û projeya wî ya neteweya demokratîk û biratiya gelan bawer in, bertekan nîşanî tecrîdê didin.

Tevî Tirkiyeyê, li gelek welatan qanûna ‘mafê hêviyê’ heye. Li gorî vê qanûnê mehkûmên cezayê muebbetê yên ku 20 sal di ser girtina wan re derbas bibe û temenê wan 70 sal derbas dike, dikarin sûdê ji vê qanûnê bigirin û were berdan. Lê hikumeta Erdogan a faşîst Ocalan ji vî mafî bê par hiştiye û cezayên disîplînê dide wî.

Ocalan yek ji wan ronakbîran e ku mînakên wan li cîhanê kêm in û di cîhana îro de demeke dirêj di girtîgehê de derbas kirine. Ferq û cudahiya di navbera wî û têkoşerên din ên di girtîgehên destpotiyê de ne ew e ku Ocalan tevî zextên giran îradeya wî neşikestiye, lê belê wan zextan hêzeke fikrî daye wî ku di warê siyaset, fikr, felsefe û dîrokê de gelek pirtûk nivîsandine û beşek jê wergerandine zimanên erebî, fransî, rûsî, bulxarî û hwd.

Girava Îmraliyê ku berhemên dewlemend ên têkildarî gelek dozên mirovî jê derdikevin, bûye minareya fikrê azad û ji dildarên azadî û lêgerên çareseriyên pirsgirêkên herêmê û cîhanê re bûye çavkaniya îlhamê.

Pirsa ku xwe dide der; çima pergalên destpot têkoşerên siyasî yên girtî tesfiye nakin û xwe ji wan û bertekên alîgirên wan xelas nakin?

Bersiva kurt a vê pirsê ev e; ji ber ku mirina girtiyek jê re rihetî ye û dibe ku bertek û qerebalixa li hemberî tesfiyekirinê çend roj bin û piştre were jîbîrkirin. Lê jiyîn û berdewama girtinê îşkence ye, di heman demê de tolhildana domdar a li hemberî girtî ye û da ku ji kesên ku hewl didin li hemberî pergala siyasî rabin, bibe dersek. Her wiha dibe ku girtiyên siyasî poşman bibin û bibe amûrek ji bo xizmeta desthilatdaran.

Lê rastiyên dîrokî ev îsbat daye; girtina têkoşeran rê li ber belavkirina fikrên wan nagire û dîwarê girtîgehan nikarin ronahiya heqîqetê tarî bikin. Rewşa îroyîn wekî xwe namîne. Em roja cîhana bê ne lê ew tariya îro ne.

(bb)

ANHA