​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-5-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-5-2023
18 gulan, 2023   23:00

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir pêkhateyên herêmê bi jiyana hevbeş hemû planên dijber têk birin û got “Hevgirtina nîştimanî ji bo sûriyeyiyan keştiya xelasiyê ye.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

أ Dayika şehîd Hevrîn Xelef li hemberî parastina kujerê keça xwe ku dewleta Tirk nasname daye wî û ew ji bo dengdayînê derbasî Tirkiyeyê kiribû, nerazîbûn nîşan da û got ku hêz û dadgehên navnetewî hevkariya çeteyan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan di serî de tecrîda giran şermezar kirin û got: "Bila em xwedî li baweriya ku Rêber Apo daye me derkevin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên ji Qamişloyê girtina siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn bi tundî şermezar kir û ji rayedarên PDK’ê xwest di zûtirîn demê de Azîme Arsûn were berdan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Avakirina girtîgehan ji bo cezakirina sûcdaran û muxalifên li dijî pergala serdest a cîhanê, kevn e. Di Qurana pîroz de behsa girtîgehê hatiye kirin ku îşaret bi girtina Yûsif pêxember dike. Di Tewratê de jî qala girtîgehan tê kirin ku di serdema Mûsa pêxember de girtîgeh li Qudsê hebû. (BI WÊNE)

2 zarokên li navenda Tevgera Hîlala Zêrîn bi tiliyên xwe yên biçûk û bîreweriya xwe ya xurt wêneyên Efrînê xêz dikin û hesreta xwe nîşan didin. Her du zarok bi tabloyên xwe hesreta xwe ya ji Efrînê re tînin ser ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê ji zêdetirî 35 rojan ve, nahêle madeyên sererastkirina binesaziya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye derbasî her du taxan bibin. Ev jî metirsiyên hilweşîna avahiyên ku ji ber erdheja 6`ê Sibatê çêbûye, qelişîne, zêde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi nêzîkbûna dema çinîna genim re, gelek malbat firîkê diçinin û piştî amadekirinê jî depo (BI WÊNE Û DÎMEN)dikin.

ANHA