Beşar Esed gihaşt Cedayê

Beşar Esed gihaşt Cedayê ji bo ku tev li 32`yemîn civîna erebî bibe. Piştî 12 salan, cara yekmîn dê Sûriye tev li civîna erebî bibe.

Beşar Esed gihaşt Cedayê
18 gulan, 2023   17:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha "Seroketiya Sûriyeyê" îro ragihand ku Beşar El Esed gihaşt Cedayê ji bo ku tev li civîna 32`yemîn a Meclisa Komkara Erebî bibe ku dê înê li dar keve.

Di 10'ê vê Gulanê de jî, Kiralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz, Beşar Esed bi fermî vexwend ku civîna Meclisa Komkara Erebî li Cedayê bibe.

Piştî 12 salan, Sûriye dîsa beşdarî xebatên civînên erebî dibe. Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad li ser asta wezîrên karên derve beşdarî civînên amadekar ên Meclisa Komkara Erebî bû.

Tê bibîrxistin ku civîna herî dawî ya ku Esed tê de beşdar bûye di 27'ê Adara 2010'an li bajarê Sirt ê Lîbyayê bû.

(mh/şx)