​​​​​​​Şêniyên Kobanê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn

Şêniyên Kobanê bi pêxistina mûm li ser gorên şehîdên Goristana Şehîd Dîcle, şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
18 gulan, 2023   17:50
KOBANÊ

Şêniyên kantona Kobanê, endamên saziyên sivîl, partiyên herêma Firatê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de, endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh axivî û rola mezin a şehîdan di parastina gelên herêmê de ji qirkirinan silav kir.

Nûh destnîşan kir ku kilîtên çareseriyê di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye. Ji ber wê Nûh banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Her wiha Nûh tevahî şehîdan bi bîr anî ku di oxira pêkanîna ewlehiyê li herêmê de, canê xwe feda kir û soza şopandina rêya wan dan.

Di dawiya merasîmê de girseyî mûm li ser gorên şehîdan vêxist.

(dm/şx)

ANHA