Rêxistina Efû banga rêgirtina li ber darvekirina 3 kesan li Îranê kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li civata navneteweyî kir ku gavên cidî bavêje da ku rê li ber darvekirina 3 kesên ku desthilatiya Îranê ew girtine bigire û destnîşan kir ku cezayê darvekirinê, kiryareke eşkere ya li tolhildanê li dijî xwepêşandêran e.

Rêxistina Efû banga rêgirtina li ber darvekirina 3 kesan li Îranê kir
18 gulan, 2023   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira mudirê Rêveberiya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Rêxistina Efû Diyana El Tehawî bi daxuyaniyekê, kiryarên dadgeriya Îranê yên der barê darvekirina xwepêşandêran de bi “şok” wesifand.

Diyana destnîşan kir ku li gorî îtîrafên di bin îşkenceyê de hatine birin, cezayê darvekirinê hatiye stendin, delîl têrê nakin. Diyana desthilata Îranê bi paşguhkirina mafê jiyanê û edaletê tawanbar kir.

Li hember vê yekê, vîdyoyên ji Esfehanê xuya kirin ku şênî li pêşiya girtîgeha “Destkurd” kom bûn û li dijî cezayê darvekirina wan 3 kesan serî hildan. Doza wan 3 kesan jî bi navê “Mala Esfehan” hatiye naskirin. Rejîma Îranê jî îdia kiribû ku di vî bajarî de 3 endamên ewlekariyê beriye çend mehan hatine kuştin.

 

(mh/şx)