​​​​​​​Li Tirbespiyê merasîma 18′ê Gulanê

Şêniyên Tirbespiyê ya Qamişloyê bi civîneke girseyî bi boneya 18′ê Gulanê Roja Şehîdan merasîmek li dar xist.

​​​​​​​Li Tirbespiyê merasîma 18′ê Gulanê
​​​​​​​Li Tirbespiyê merasîma 18′ê Gulanê
​​​​​​​Li Tirbespiyê merasîma 18′ê Gulanê
​​​​​​​Li Tirbespiyê merasîma 18′ê Gulanê
​​​​​​​Li Tirbespiyê merasîma 18′ê Gulanê
18 gulan, 2023   12:27
QAMIŞLO

Bi boneya 18′ê Gulanê Roja Şehîdan civîneke girseyî li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin.

Di civînê de sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîd û şehadetê de hate pêşandan. Dûre hevseroka PYD′ê ya Tirbespiyê Hediye Şemo di civînê de axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û rola wan di parastina nirxên gelan û destkeftiyên şoreşê de pîroz kir.

Hediye bal kişand ser siyasetên qirkirinê yên li dijî Kurdan û têkoşîna wan a ji bo azadî û demokrasiyê û got: "Derketina tevgera rizgariyê ya Kurdistanê û rola wê di sekna li hember van siyasetan de girîng bû."

Hediye Şemo soz da ku rêya şehîdan bişopînin û têkoşînê heta pêkanîna hêviyên wan bilind bikin. Civîn bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)

ANHA