‘Em fedakariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin’

Axêverên Kongreya 1′emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan fedakariyên ku pêkhateyên herêmê û rola wan di pêkanîna destkeftiyên heyî û berdewama şoreşê de dane, pîroz kirin.

‘Em fedakariya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin’
18 gulan, 2023   12:19
HESEKÊ

Kongreya 1′emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan vê sibehê dest pê kir. Kongre li Hola Serdem a Çand û Hunerê ya Hesekê bi beşdariya hezar delegeyan li dar dikeve.

Hezar delege û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kongreyê bûn. Her wiha endama Fermandariya Giştî ya Hêzên ‎Sûriya Demokratîk (QSD) Newroz Ehmed, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ‎Asya Ebdullah û hevserokên TEV-DEM′ê Rûken Ehmed û Xerîb Hiso beşdar bûn.‎

Di kongreyê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid axivî û wiha got: "Dema em li ser şehîdan diaxivin gotin li hember wesifkirina wan kêm in. Malbatên şehîdan tiştên giranbiha di oxira parastina herêmê û xaka xwe de da."

Li aliyekî din jî, endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed behsa fedakariyên şehîdan kir û wiha got: "Berxwedana şehîdan û fedekariyên wan îsrar û vîna me li hember hêzên mêtinger zêde dike. Em berxwedana gerîlayên li çiyayên Kurdistanê silav dikin."

Remziye Mihemed got divê parastina destkeftiyên şoreşa jinan ku li tevahî cîhanê belav bûye û nimûneya jina azad e, were parastin.

Remziye bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember êrişên li dijî herêmê û her kesê hewl didin destdirêjiyê li vê xakê bikin li ber xwe bidin û wiha pê de çû: "Em ê heta armancên şehîdan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin."

Dûre nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser şehîdan ji hêla Hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Masûm Hesen ve hatin xwendin.

Kongre bi xwendina rapora salane ya meclisên malbatên şehîdan dewam dike.

Dûre dê rêzikname were nîqaşkirin û erêkirin û hevserokatiya meclisê were hilbijartin.

(fr)

ANHA