Ji bo parastina zeviyan Yekitiya Ajokaran a Reqayê ket liv û tevgerê

Yekitiya Ajokaran a Rêxistinên Civaka Sivîl ji bo parastina zeviyan ji şewatan, belavokên hişyariyê li ajokaran belav kirin.

Ji bo parastina zeviyan Yekitiya Ajokaran a Reqayê ket liv û tevgerê
18 gulan, 2023   14:20
REQA

Ji bo parastina zeviyan ji şewatan, Yekitiya Ajokaran a Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê, belavokên hişyariyê li şênî û ajokaran belav kirin. Li belavokan, wêne hene ku rêbazên vemirandina şewatan û neavêtina cixareyan nîşan didin. Her wiha hejmara telefonên ambulans û agirkujiyê hatine nivisîn.

Têkildarî mijarê hevserokê Yekitiya Ajokaran a Reqayê Hesen El Xabûr got: “Me bi dirûşma bi hev re hilberînên xwe biparêzin û bi koordîneya Rêveberiya Rêxistinên Civaka Sivîl û Komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê însiyatîfek dest pê kir. Di roja yekemîn a însiyatîfê de, me belavok li ajokaran belav kir. Di roja duyemîn de em dê bi ajokaran dîraktoran û patozan re bicivin ji bo ku perspektîfan bidin wan, ji bo ku alavên xwe kontrol bikin, da ku agir bi zeviyan nekeve. Di roja sêyemîn de jî, dê îşaretên hişyariyên li ser rêyan bên danîn ku li ajokaran nîşan didin ku rê li pêşiya ambulans û erebeyên agirkujiyê vekin.”

(şx)

ANHA