​​​​​​​Komîteya Malbatên Şehîdan şehadeta Karwan Horamî ragihand

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ragihand ku Karwan Horamî di encama nexweşiyekê de 14'ê Nîsanê şehîd bûye û sersaxî ji malbata şehîd Horamî û gelê Rojhilatê Kurdistanê re xwest.

​​​​​​​Komîteya Malbatên Şehîdan şehadeta Karwan Horamî ragihand
18 gulan, 2023   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê têkildarî şehadeta Mihemed Malîk bi nasnav Karwan Horamî de daxuyaniyek da, ku 14'ê Nîsana 2023'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Apo û PKK’ê, ev 51 sal e bê sekin di nava têkoşînekê bê eman de ye. Di vê têkoşînê de berxwedan, xwêdan û keda bi milyoan azadîxwaz û têkoşerî heye. Ev yek jî wisa kiriye ku hîn ji destpêkê ve ev tevger li seranserî Kurdistan bibe bi hizir û rêxistineke cîhanî. Îro li çar aliyên cîhanê mirovên azadîxwazî mil bi milên gelê Kurd xebat û têkoşînê dikin.

Şoreşa Azadiya Kurdistanê bi pêşengtiya PKK’ê, zêdetirî nîv sedsalê ye bi xebat û têkoşîna hezaran ciwanên dilsoz ên Kurd, bê ku ti astengiyek li pêşiya xwe bibîne û bide sekinadin, ji bo mezinkirina armancan xwe feda kirine, ji bo rêbaza azadî û jiyaneke nû berxwedan kirin û canê xwe bexşandine. Ev yek jî wisa kiriye ku şoreşger û milîtanên PKK’ê ji her kesî zêdetir bi coş û moral bin, heta nefesa dawî û dilopa dawî ya xwîna xwe amade ne ku li qada têkoşînê bi rola xwe ya berbiçav rabin.

NEXWEŞÎ TU CARÎ LI PÊŞIYA TÊKOŞÎNA XWE NEKIR ASTENG

Li nava karwanê têkoşîna neteweyî ya PKK’ê de, hevrêyên me li Rojhilatê Kurdistanê mil bi milê parçeyên din xwedî roleke berbiçav ên şoreşgerî ne, di vê navberê de bi sedan jin û ciwanên Rojhilat bê cudahî, çand, Hewramî, Soran, Kurmanc, bi bawerî, ol û bîrûrayên cuda li nava çalakî, xebat û têkoşînê de bûn. Yek ji van hevrêyên dilsoz ê ji bo xak û welat têkoşîna azadiyê da hevrê Karwan Horamî bû. Hevrê Karwan bi kelecanî, ked û nasnameya xwe ya xebatên şoreşgerî dihate nasîn. Mixabin hevrê Karwan şeva 14’ê Nîsana 2023’yan dema li ser erka xwe ya rojane ya asayî bû, ji ber îflasbûna gurçikan tevî hemû hewldanên hevrê û nexweşaneyê şehîd dibe.

Hevrê Karewan nexweşiyên xwe yên mîna nefestengî, nexweşiya şekir hebû. Hevrê Karwan di temenê xwe yê 15 salan ê şoreşgeriyê de ti demê nexweşiya xwe nekir asteng ji bo xebat û têkoşînê. Berovajî hemû hewldan ew bû ku ji hevrêyên xwe yên din kar kir. Hevrê Karwan heta roja şehîdbûnê jî ti demê negot nexweş im, nikarim kar bikim. Tim li pêş bû, amade bû û di hemû kar û xebatan de cihê xwe yê diyar hebû.

Em şehadeta hevrêyê xwe Mihemed Melekî bi nasnav Karwan Horamî îlan dikin, sersaxî ji bo gelê Kurd, Rêber Apo hemû hevrêyên wî yên têkoşîna azadiyê re dixwazin. Heman demê sersaxiyê li xelkê xwe yên bajarê Sine yê serbilind, navçeya Ciwanro ya leheng û gundê Text ê Hewremanê dikin; ji bo wan dibêjin ku; serbilind bin ku we ciwaneke weke hevrê Karwan heye. Şoreşgereke weke Şehîd Karwan serê me, we û gelê Kurdistanê bilind kiriye. Divê em hemû bi hev re, bi hemû hêz û kêrhatiyên xwe xwedî li ked, westan û rêbaza şehîd Karwan derkevin. Divê zêdetir ji bo Kurdistaneke azadî, xwerêveberî, pêkanîna jiyaneke demokratîk a gelan a bi hev re kar bikin, Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigihînin serketinê.

DI ÇAPEMENIYA AZAD DE XWEDÎ KEDEKE MEZIN BÛ

Hevrê Şehîd Karwan Horamî temeneke xwe ya zêde ji bo Çapemeniya Azad bexşand, ji bo wê ye ku Çapemeniya Azad kadroyeke xwe yê kêrhatî, kedkar û fedekar ji dest da. Çapemeniya Azad bi xwîna sedan hevrêyên wiha gihiştiye vê astê, ji Mezlûm Dogan bigire heta Gûrbetellî Ersozan, ji Qasim Engîn bigire heta Sîrwan Nalî, Dozdar Hemo û Pola şehîdê Ragihandina PJAK’ê bi sedan hevrêyên din ku navên wan nehatine gotin, canê xwe ji bo çapemeniya azad bexşandine. Şehîd Karwan jî cihê xwe di vê rêza lehengiyê de girt.

Şehîd Karwan ji roja tevlîbûnê heta roja şehîdbûnê, bê dudilî, westan girêdayî xeta şehîdan, bi hizir, raman û felsefeya Rêber Apo, her xebat û erka girt bicih anî. Hevrê Karwan bi hemû hêz û kêrhatiya xwe ji bo baştir bike, bi moral û coşeke mezin, bi ruheke hevrêtî kar kir. Hevrê Karwan çi di nava xebatên gerîlatî û fermandarî, yan li nava xebatên civakî, li kû derê mirov hebûna, dixwest peyamên heqîqeta azadiyê bigihîneyê. Hevrê Karwan herî dawî li nava xebatên ragihandinê cih girt, bi hemû hêz û kêrhatiyên xwe, bi şev û roj kar kir, bi berhemên xwe rûyeke geş û heskirin ji bo xebatan amade bû.

Herî dawî dibêjin ku Şehîd Karwan ji bo me weke hevrê rêbazê dibe xeta têkoşîna azadiyê ye. Em soz û biryardariya xwe dubare dikin ku ala têkoşîn û azadiyê ya şehîd Karwan û hemû şehîdên Kurdistanê li ser lûtkeyên bilind ên çiyayên Kurdistanê bigirin, zû an direng wê ev karwan bigihêje serketinê.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

 

Nasnav: Karwan Horamî
Nav û Paşnav: Mihemed Malîk
Cihê Jidayikbûnê: Sine-Ciwanro
Navê Dayik-Bav: Qeta-Kerîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 14 Nîsan 2023, Herêmên Parastinê yên Medyayê