​​​​​​​Kurd û Ereb: Em ê bi hev re azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin

Pêkhateyên Kurd û Ereb diyar kir ku çawa di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bûne yek û li hemberî hewldanên jihevxistina hevgirtina wan bûne yek, dê têkoşînê xurt bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

​​​​​​​Kurd û Ereb: Em ê bi hev re azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin
18 gulan, 2023   00:30
QAMIŞLO

Desthilata dewleta Tirk ji 25 salan ve kiryarên derqanûn û dermirovî li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne û tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye. Ji 25'ê Adara 2021'ê ve rê nade parêzer û malbata wî ku hevdîtinê pê re bikin.

Pêkhateyên Kurd û Ereb ên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin, hevgirtina li hemberî siyasetên dagirkeran û dijminan rêya yekane ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Şêxê Qebîleya Zubeydî ya Ereb Raxib Beşar El Faris bal kişand ser girîngiya xeta neteweya demokratîk û pêkanîna wê di pêvajoya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û got: "Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pirengiya pêkhateyan û yekitiya wan tê naskirin. Projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye."

Şêx Raxib Beşar El Faris diyar kir ku ew ê xwedîderketina li fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin û destnîşan kir ku fikrê Rêbertî çareseriya herî guncaw a ji bo avakirina Sûriyeke pirrengî ya demokratîk.

Şêx El Faris bang li tevahî pêkhateyan kir ku têkoşînê xurt bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

/kr/uploads/files/2023/05/17/180509_-.webp

Welatiya bi navê Suheyla Şemo ya ji pêkhateya Kurd anî ziman ku bi derketina felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan re ked û têkoşîna hevpar xurt bûn û wiha domand: "Li ser vî esasê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev fikr pejirandin û li hemberî êrişên qirkirin û asîmîlekirinê yên dagirker û dijminan şer kirin."

Suheyla Şemo bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan di pêşxstina têkoşîna jinan de jî û got: "Rêber Abdullah Ocalan cihekî girîng û roleke mezin di rêxistina civakê û rêvebirina eniyan de da jinan, ji ber ku bi hêz û têkoşîna jinan bawer e. Li ser vê yekê jinan dane ser xeta têkoşînê."

Suheleya bang li tevahî jinan kir ku li hemberî tecrîdê xwe bi rêxistin bikin û hevgirtina xwe xurt bikin.

/kr/uploads/files/2023/05/17/180434_-.webp

Welatiyê bi navê Husam El Mubarek ê ji pêkhateyê Ereb jî da zanîn ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rêya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ronî kir û pêkhateyan li ser xeta azadiyê toza zulm û koletiyê li ser xwe rakirin.

/kr/uploads/files/2023/05/17/180524_.webp

Welatiya bi navê Wehîda Sebrî ya Kurd destnîşan kir ku di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwîna Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Asur tev li hev bû û li hemberî kesên ku hewl didin vê yekitiyê ji hev bixin, bû mertalekî asê.

Wehîda Sebrî bang li tevahî pêkhateyan kir ku xeta neteweya demokratîk pêk bînin û belav bikin û got: "Xwedîderketina li fikrê Rêber Abdullah Ocalan û rêxistinkirina civakê rêya azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Hêz û rêxistinbûna civakê li hemberî tevahî siyasetên dijmin û dagirkeran bi ser dikevin."

(bb)

ANHA