Bandora têkiliyên Riyad-Tehranê li dosyayên bi girêk ên Lubnanê

Lubnan ji ber nakokiyên di navbera avakarên biryaran ên li Tehran û Riyadê de di nava aloziyeke bi girêk de tengijî ye. Gelo wê tîfaqa Îran-Erebistana Siûdî li aliyekî û Şam- Erebistana Siûdî li aliyekî din dê çareseriyan ji aloziya mirovî ya li welat re bînin.

Bandora têkiliyên Riyad-Tehranê li dosyayên bi girêk ên Lubnanê
18 gulan, 2023   06:24
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ ZEXALE

Lihevkirina Erebistana Siûdî û Îranê ya ku 10'ê Adara borî bi sponseriya Çînê pêk hatibû, dibe ji bo diyarkirina aloziya navxweyî li Lubnanê gaveke dîrokî be, nemaze mijara hilbijartina serokkomarekek nû û avakirina hikumeta nû  bi hawayekî herêmî û navneteweyî ve girêdayî ye ku bi xurt bi xwezaya têkiliyên Erbistana Siûdî û Îranê ve bi bandor e.

Dîsa jî vegera têkiliyên Şam û Riyad ya piştî qutbûna ku 12 rojan dewam kir, gelek pirsan li ser bandora wê li qada Lubnanê derdixe holê.

Şîrovekarê siyasî Munîr El Rebî ev mijar ji ANHA'yê re nirxand. El Rebî got: "Tîfaqa ji nişka ve ya di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de ku bi sponseriya Çînê pêk hatî guhertineke balkêş di têkiliyên herdu welatan de ye, dibe ku guhertineke balkêş di rêveçûna têkiliyên pêş yên Tehranê bi cîhana Ereban re be. Lê eger nêzîkatiyên berê yên ku di daxuyaniyên Komkara welatên Ereban û Meclisa  Hevkariya Kendavê de hatibûn eşkerekirin, ku şertê her normalîzekirina peywendiyên her du welatan; rawestandina destwerdana Îranê di kar û barên welatên erebî de ye , wê demê ruhê tîfaqa Pekînê vê yekê dide xuyakirin ku her du welatan li ser çareserkirina nakokiyan û vegerandina peywendiyên dîplomatîk wek deriyê ketina her rêkeftinekê di dosyeyên herêmê de li hev kirin."

El Rebîh anî ziman ku Lubnan di mehên dawî de xwe spartibû vê yekê ku her guhertineke hundirîn li Îranê dibe ku bandoreke erênî li siyasetên Tehranê ya li Rojhilata Navîn bi giştî û Lubnanê bi taybet bike, lê "Peymana Pekînê" hêviyên nû ji bo Lubnan û gelê wê re anîn.

Munîr El Rebîh ev nirxandin kir: "Xuyaye ku demeke dirêj pêwîst e ta ku têkilyên Îran û Siûdiyê tekûz bibin. Diyar e ku zehmet e her du alî zû karibin hemû dosyayên aloz ên di navbera wan de di demeke kurt de çareser bikin, yek ji wan jî dosyaya Lubnanê ye. Hilbijartina serokkomarek nû kilîta bingehîn a bidawîkirina xetimîna siyasî ya li Lubnanê ye. Pêkanîna vê gave şertê avakirina hikumeta nû ye ku karibe dosyayên welat bi rêve bibe û bi Fona Pereyan û Banka Naveteweyî û dewlet û desteyên din ên alîkar re  dan û standin bike."

(bb)

ANHA