Rûspiyên eşîran: Divê NY′yê ji bo Mexmûrê bikeve nava tevgerê

Şêx û rûspiyên Reqayê bang li NY′yê û rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku li dijî hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê tev bigerin.

Rûspiyên eşîran: Divê NY′yê ji bo Mexmûrê bikeve nava tevgerê
22 gulan, 2023   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rûspiyên Eşîran a Reqayê dorpêça li ser Wargeha Mexmûrê şermezar kir.

Niştecihên Wargeha Mexmûrê di roja sêyemîn de li dijî hewldanên dorpêçkirin û têlkirinê yên artêşa Iraqê li ber xwe didin.

Şêxê eşîra El Elî Remedan El Rehal daxuyaniya meclisê li navendê xwend. Di daxuyaniyê de hewldanên dorpêçkirinê ya li dijî niştecihên Mexmûrê ji hêla artêşa Iraqê ve, hatin şermezarkirin û reftarên artêşa Iraqê bi dermirovî û pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk a dagirker hatin wesifkirin.

Meclisê bang li NY′yê û rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku van êrişên li dijî niştecihên li wargehê bi dawî bikin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê ku li parêzgeha Nînewa ya Iraqê ye, 12 hezar kes dijîn. NY′yê di 2011′an de ew wek wargeha penaberan nas kir.

Artêşa Iraqê di 27′ê Kanûna 2021′ê de hewl dabû têlan li dora wargehê bi cih bike. Lê ji ber israr û berxwedana welatiyan artêşa Iraqê neçar bû vekişe.

PDK ji havîna 2019′an ve wargehê dorpêç dike. Ji ber dorpêçê 5 nexweşan ji bo tedawiyê  nekarî biçe Hewlêrê û jiyana xwe ji dest da.

(fr)

ANHA