Sûdanî: Divê Komkara Erebî li hember krîzan stratejiyekê pêk bîne

Serokwezîrê Iraqê bang li Komkara Erebî kir ku ji bo nêzîkbûna têkilî û fikran di nava Ereban de yek stratejiyê pêk bîne.

Sûdanî: Divê Komkara Erebî li hember krîzan stratejiyekê pêk bîne
17 gulan, 2023   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî got tiştê li Sûdanê rû dide ezmûneke girîng e û pirsa di vir de gel erkên Komkara Erebî di dema krîzan de çi ye?

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha wî Sûdanî got pêdiviya Komkara Erebî bi yek strateiyê heye ku têkilî û fikrên di navbera Ereban de nêz bike.

Sûdanî destnîşan kir ku divê Komkara Erebî krîzan di destpêka wê de têk bibe û nehêle derbasî xala bêveger be.

Sûdanî anî ziman ku Iraqê di komkirina dewletên Erebî Ereban û pêşîlêgirtina nakokiyên herêmî de roleke pêşeng lîst û di nêzîkbûna nêrînên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de jî xebateke aram kir.

Sûdanî eşkere kir ku Iraqê pêştgiriya vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî kir.

(fr)