Li Mêrdînê dengên Çepên Kesk dane partiyên din

Li Mêrdînê jî derket holê ku di hilbijartinên parlamentoyê de dengên Partiya Çepên Kesk di nava partiyên cuda de parve kirine.

Li Mêrdînê dengên Çepên Kesk dane partiyên din
17 gulan, 2023   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Derket holê ku li Mêrdînê dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatine nivîsandin an jî li ser partiyên din hatine parvekirin. Her wiha eşkere bû ku li hin sindoqan ji bo AKP'ê dengên zêde hatine nivîsandin.

Di encama lêkolînê de hate dîtin ku li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê li sindoqa 1012'an dengê Partiya Çepên Kesk 111 bû, lê li ser sîstemê wek 100 deng hatiye qeydkirin. Dengên AKP'ê jî 85 bûn, lê li sîstemê 135 deng hatine qeydkirin.

Her wiha li sindoqa 1217'an dengên Partiya Çepên Kesk 114 bû, lê li ser sîstemê 91 deng hate qeydkirin. Dengên AKP'ê ku 96 bû, li sîstemê wek 107 deng hatin qeydkirin. Li heman sindoqê dengê MHP'ê 17 bû, lê wek 30 hate qeydkirin. Dengên partiyên din jî kêm hatin qeydkirin.

LI NISÊBÎNÊ DENGÊN LI SINDOQEKÊ HATIN JÊBIRIN

Li taxa Kertwene ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li sindoqa 1106'an dengê Partiya Çepên Kesk 171 bû, lê tespît bû ku hemû bi navê MHP'ê hatine qeydkirin. Bi vî rengî dengê Partiya Çepên Kesk wek 'sifir' hate nîşandan. Her wiha 20 dengên CHP'ê jî li ser Partiya Yekitiya Hêzê hatin qeydkirin.

LI QOSERÊ 219 DENG LI SER HKP'Ê HATE NIVÎSANDIN

Li taxa Firatê ya Qoserê li sindoqa 1203'an jî deng li ser cihê şaş hate nivîsandin. Li sindoqa navborî dengên Partiya Çepên Kesk 219 bû, lê hemû li ser navê Partiya Rizgariya Gel (HKP) hatin nivîsandin.