ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-5-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-5-2023
16 gulan, 2023   23:00

Kesayetên siyasetmedar û sivîl got gelên Rojhilata Navîn eşkere kir fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêkên li hember wan çareserî ye, divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were û xwediyê çareserkirina dozên bigirêk serbest were berdan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekemîn peymana ku Kurdistan dabeşî 2 parçeyan bûye 384 sal derbas dibe û dûre bi 277 salan peymana Sykes – Picot Kurdistan kir 4 parçe û Kurd penaber kirin. Ebûd Mexso got armanca peymanê qirkirina gelê Kurd bû û divê gelê Kurd ji bo pêkanîna mafên xwe têkoşînê bilind bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê destnîşan kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li deverên dagirkirî dihêle ku ew sûcên zêdetir li dijî şêniyan bike û diyar kir ku rewşa zarok û jinan li wir gelekî xerab e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PDK′ê di 11′ê Gulanê de deriyê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girt. Ev gaveke nû ya ‎PDK′ê li dijî Kurdan û armanca gelê Kurd a azadiyê ye.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

PDK`ê careke din deriyê Sêmalka –Pêşxabûr li pêşiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girt. Deriyê sînor, wek çekekê li dijî herêmê bi kar tine û bi armancên siyasî ku nirxên mirovî derbas kirin, careke din li dijî gelên herêmê bi kar tîne.(BI WÊNE)

Li gel bihabûna li herêmên hikumeta Şamê, mûçeyên herdu hevjînan têra pêdiviyên wan ên çend rojan nakin. (BI WÊNE)

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Peymangeha  Mamosteyan a Hesekê pêşangeha karên destan ên xwendekaran û şahiyekê li avahiya peymangehê li dar dixe saet di 9:00`an de. Di heman çarçoveyê de, Rêveberiya Dibistanan a navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo şahiyekê li Navenda Çand û Hunerî ya Hûrî li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

2`yemîn Pêşangeha Pirtûka Kurdî li hola Zana ya Qamişlo bi dawî dibe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi dirûşma “Bi hev re destkeftiyên Kurdistanê biparêzin na ji Lozaneke din re” semînerek bi navnîşan “Destkeftiyên Kurdistanê û sedsala Lozanê” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li dar dixe saet di 17:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA