​​​​​​​Li Derayê dadgerek hate kuştin

Li Derayê dadgerek ji hêla kesên nenas ve li pêş mala wî hate sûîqestkirin.

​​​​​​​Li Derayê dadgerek hate kuştin
17 gulan, 2023   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku çekdarên nenas gule li dadgerê dadgeha lihevanînê yê li herêma Hîrakê ya di bin serweriya hikumeta Şamê de reşandin. Dadger Munzur Osman El Selamat li pêş mala wî ya li Izre ya Derayê hate sûîqestkirin.

Bi wê yekê re, ji destpêka îsal ve li gorî SOHR′ê 195 bûyerên bi vî rengî li Derayê çêbûn û di encamê de 150 kes hatine kuştin ku piraniya wan jî welatî û endamên hêzên hikumeta Şamê ne.

(fr)