Bi coş û şada xelatkirinê 2`yemîn Mîhrîcana Orkêş bi dawî bû

2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş bi deng û awazên gelan bi dirûşma “Bi dengên pîroz şoreşê ava bikin” qediya. Gelek spasname û xelat li baştirîn helbest, awaz, stran, belavkirina mûzîkê û sekina li ser dikê hatin dayîn.

Bi coş û şada xelatkirinê 2`yemîn Mîhrîcana Orkêş bi dawî bû
Bi coş û şada xelatkirinê 2`yemîn Mîhrîcana Orkêş bi dawî bû
Bi coş û şada xelatkirinê 2`yemîn Mîhrîcana Orkêş bi dawî bû
Bi coş û şada xelatkirinê 2`yemîn Mîhrîcana Orkêş bi dawî bû
Bi coş û şada xelatkirinê 2`yemîn Mîhrîcana Orkêş bi dawî bû
Bi coş û şada xelatkirinê 2`yemîn Mîhrîcana Orkêş bi dawî bû
Bi coş û şada xelatkirinê 2`yemîn Mîhrîcana Orkêş bi dawî bû
16 gulan, 2023   17:55
QAMIŞLO

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş di roja xwe ya 6`emîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna 23 koman bi dawî bû.

Îro nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), komên hunerî yên herêmê, rewşenbîr, nivîskar û bi dehan şêniyên ji herêmê li mîhrîcanê amade bûn.

Mîhrîcan bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Ilyas Sîdo axivî û diyar kir ku komên beşdarî mîhrîcanê bibûn bi deng û rengê xwe hol geş dikirin, erka parastina çandê dikeve ser milê her welatiyekî û bi parastina çand û hunerê gel ji qirkirinê tê xelaskirin.

Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demorkatîk a Mezepotamiya (TEV-ÇAND) Sumeya Mihemed bixêrhatina mêvanan kir û bal kişand ser tecrîda girankirî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan û got: “Em vê mîhrîcanê li Serok Apo pîroz dikin, ji ber ew yê ku me gihandiye asta heyî ji zanînê.”

Piştre komên hunerî yên li Şehbayê û Helebê bi vîdyoyekê ku tê de 2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş pîroz kirin, hat pêşandan.

Dema axaftin qediyan, Koma Serdem a Mûzîkê, Helbestvan Ferhadê Merdê, Hunermend Ebûd Fûad û Nisrîn Botan helbest û stran gotin. Her wiha Koma Govendê ya Êzîdxan (Şehîd Azda) govend li ser dika Navenda Mihemed Şêxo gerandin.

Ji aliyê nûnerên Desteya Çandê, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, Yekitiya Hunermendan û TEV-ÇAND`ê spasname li hemû komên ku beşdarî 2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş bibûn, hatin belavkirin.

Di heman demê de ji bo 4 mûzîkjenan, 2 hunermendên ku jiyana xwe ji dest dane `Mihemed Xezalî û Rêber Îsa` ku di yekemîn mîhrîcana Orkêş de amade bûn û ji bo keda endamên Navenda Mihemed Şêxo jî spasname hat dayîn.

XELAT

Paşê ji aliyê endamên Komîteya Nirxandinê, çend dengbêj û stranbêjan, nûnerên TEV-DEM û Desteya Jinan ve xelat li gorî astan li ser koman hatin belavkirin. Xelat li gorî baştirîn helbest, awaz, strana floklorî, belavkirina mûzîkê û sekina li ser dikê hatin dayîn.

Xelata baştirîn helbest di asta yekemîn de  ji bo Koma Cûdî (Dêrik), asta duyemîn ji bo Koma Doser (Tebqayê) û di asta sêyemîn de ji bo Koma Keleha Hûrî (Kombenda Efrînê – Qamişlo) hat dayîn.

Xelata baştirîn awaz di asta yekemîn de ji bo Koma Cûdî (Dêrik), asta duyemîn ji bo Koma Zîlan (Dirbêsiyê) û di asta sêyemîn de ji bo Koma Reqaq (Reqa) hat dayîn.

Xelata baştirîn stranan floklorî li ser sê astan bû, ya bi Kurdî ji bo Koma Stêra Zêrîn (Qamişlo), Erebî ji bo Koma Doser (Tebqa) û ya dawî jî xelateke taybet ji bo Hunergeha Welat hat dayîn. 

Xelata baştirîn belavkirina mûzîkê di asta yekemîn ji bo Koma Cûdî (Dêrik), asta duyemîn de ji bo Koma Şehîd Serhed (Rimêlan) û di asta sêyemîn de ji bo Koma Reqaq (Reqa) hat dayîn.

Baştirîn sekina li ser dikê di asta yekemîn de ji bo Koma Cûdî (Dêrik), asta duyemîn de ji bo Koma Keleha Hûrî (Kombenda Efrînê – Qamişlo) û asta sêyemîn ji bo Koma Reqaq (Reqa) hat dayîn.

2`yemîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

(sb)

ANHA