PYD'ê îdiayên rêveberiya deriyê Pêşxabûr red kirin

Nivîsgeha Ragihandinê ya PYD'ê daxuyaniya rêveberiya deriyê Pêşxabûr red kir û got: "Em bang dikin ku nirxên niştîmanî û neteweyî neyên derbaskirin û nebin aliyekî zelal li dijî gelê me û destkeftiyên wî."

PYD'ê îdiayên rêveberiya deriyê Pêşxabûr red kirin
16 gulan, 2023   17:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya deriyê Pêş Xabûr ê Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tohmetbar kir ku ew derî bi armancên ji bilî yên mirovî bi kar tîne. Nivîsgeha Ragihandinê ya PYD'ê jî ev îdia red kirin û destnîşan kir ku îdiayên wiha di vê dema hestiyar de ku herêm û seranserî Kurdistanê tê re derbas dibe, rewşê aloztir dike.

Daxuyaniya ku PYD'ê li ser malpera xwe ya fermî weşandiya wiha ye:

"Rêveberiya deriyê Pêş Xabûr daxuyaniyeke dûrî rastiyê da, bi armanca ku kiryarên xwe yên dawîn nexasim girtina deriyê Sêmalka - Pêş Xabûr ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ku deriyekî mirovî ye û barê tevahiya gelê herêmên Rêveberiya Xweser sivik dike, veşêre.

Em daxuyaniya rêveberiya deriyê Pêş Xabûr a ku di vê dema hestiyar de ku herêm û seranserî Kurdistanê tê re derbas dibe, rewşê aloztir dike, bi temamî red dikin. Her wiha em bang li wan dikin ku êdî dijminên doza demokratîk û ya Kurdî wek kesine baş nîşan nedin û li şûna wê yekê ew bi biryarên Rêveberiya Xweser pabend bin û wê wek rêveberiyeke berpirs ku ji bo pêkanîna ewlehî û aştiya civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û seranserî Sûriyeyê gelek ked daye û heta niha dide, qebûl bike.

Di dawiyê de em bang dikin ku ev kiryar êdî heta vê astê rawestin û nirxên niştîmanî û neteweyî neyên binpêkirin û nebin aliyekî zelal li dijî gelê me û destkeftiyên wî."

(mh/şx)