Pirtûkên klasîk û lêkolînên dîrokî di Pêşangeha Pirtûka Kurdî de

2'yemîn Pêşangeha Pirtûka Kurdî di roja duyemnîn de li gel beşdariyeke balkêş didome. Pirtûkên klasîk û lêkolînên dîrokî û çîrokên zarokan bala serdanvanan kişandin.

Pirtûkên klasîk û lêkolînên dîrokî di Pêşangeha Pirtûka Kurdî de
Pirtûkên klasîk û lêkolînên dîrokî di Pêşangeha Pirtûka Kurdî de
Pirtûkên klasîk û lêkolînên dîrokî di Pêşangeha Pirtûka Kurdî de
16 gulan, 2023   18:00
QAMIŞLO

Pêşangeh duh li hola Zana ya Qamişlo destpê kir.

32 çapxane, saziyên çandî û yekitiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tev lê bûne. Her wiha tevlêbûn  Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hebû. Tevlêbûn tenê bi pirtûkan bû ji ber ku çapxane ji ber astengiyên li ser sînor nekarîn beşdar bibin.

/ar/uploads/files/2023/05/16/163426_khlf.webp

Di pêşangehê de 12 hezar û 140 pirtûk bi navnîşanên jin, şoreşgerî, ziman, çand, fikrî, dîrokî, felsefe û olî hatin pêşandan.

Pêşangeh dê heta sibe berdewam bike. Endamê komîteyaamadekat ya pêşangehê Ebdulmecîd Xelef got serdan kêm bû û sedemên wê jî vegerand gelek mijaran.

Xelef got çalakiyên hunerî û çandî di destpêka Nîsanê de zêde li dar ketin ji be wêr serdanvanên pêşangehê kêm bûn û mijara zaîfbûna çanda xwendinê jî heye.

Der barê mijarên ku bala serdanvanên pêşangehê dikişîne de, Xelef got herî zêde pirtûkên klasîk yên kurdî mîna Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî, lêkolînên  wêjeyî, dîrokî û çîrokên zarokan serdanvan pê re eleqedar bûn.

(dm/şx)

ANHA