Rojnameyên erebî: Ciwanan hêviyên Erdogan têk birin

Hilbijartinên Tirkiyeyê, dosyaya koçberiyê û cezayê girtinê yê li dijî serokê Tevgera Nehda ya îxwanî rojeva rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Ciwanan hêviyên Erdogan têk birin
16 gulan, 2023   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN

CIWANAN ERDOGAN TENGAV KIR

Rojnameya El Ereb têkildarî hilbijartinên Tirkiyeyê wiha nivîsî  "Di tûra yekemîn a hilbijartinên serokatiya Tirkiyeyê de, serokê Tirkiyeyê Recep Tayyyîp Erdogan yê ku dema erka wî bi dawî bûye nikarî wekî berê serketinê qezenc bike. Çavdêran ev yek bi guhertina demografiya temenan ve girê didin, ji ber ku ciwanên ku di bin serdestiya Erdogan de çavên xwe li jiyanê vekirine, li şûna berdewama heman kesî di serokatiya hikumet û parlamentoyê de, li guhertin û hilbijartinên kesên nû û li bernameyeke nû digerin. "

Di beşekî din ê nivîsê de tê gotin: "Li gorî çavdêran, bi milyonan ciwanên Tirk ku niha di temenê dengdayînê de ne azadiyê dixwazin. Ciwan dibînin ku din hikumê Erdogan de êşan dikişînin, ji ber ku desthilatiya dewletê azadiya derbirînê heke di aliyê ragihandina klasîk de be yan jî di aliyê medyaya dîjîtal de be sînordar kiriye. Ragihandin ji bo Erdogan bûye mîna fezayeke dijber, ji ber ku Erdogan qanûn û zextên giran li ser ragihandinê ferz dike û hinek ciwanên ku li dijî siyasetên wî yên rêvebirina dewletê rabûn, sewqî girtîgehê kirin."

EBÛ XEYT LI SER PÊLA NÛ YA KOÇBERIYA BER BI HERÊMÊN EREBAN VE HIŞYARÎ DA

Rojnameya Îtîhad a Îmaratê bal kişand ser pêla koçberiya ber bi herêmên erebî ve û wiha nivîsî "Sekretêrê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû Ebû Xeyt li ser pêla nû ya koçberiya ber bi herêmên Ereban ve ku xeteriyekê çêdike, hişyarî da.

Di civîna aborî ya li Cedayê ya ji bo amadekariyên lidarxistina lûtkeya erebî de Ehmed Ebû Xeyt axivî. Ebû Xeyt bang kir ku divê Ereb xebateke hevbeş di aliyên aborî û civakî de pêk bînin, da ku zehmetiyên beşên lawaz ên di hundirê civakên Ereban de dikişînin, sivik bikin."

CEZAYÊ SALEK GIRTÎGEH DAN SEROKÊ NEHDAYÊ

Rojnameya El Beyan bal kişand ser girtina serokê Tevgera Nehda ya îxwanî û wiha nivîsî" Dadgeha Tunisê,  bi tawana ku propagandaya terorê dike, hêzên ewlehiyê şantaj dike û dijbertiya saziyên dewletê dike, duh cezayê girtîgehê yê salekê û dayîna hezar dînar (derdora 320 dolar) li serokê Tevgera Nehda ya îxwanî  Raşid El Xenûşî birî.

Doza Xenûşî vedigere meha Sibata borî, dema ku di merasîmê oxirkirina endamê Meclisa Şêwirî ya Tevgera Nehdayê Ferhad Labar de d  gotina "Tagût" an ku kafir ji bo hêzên ewlekariyê bi kar anî.

El Xenûşî ku di rûniştina darizandinê de hazir nebû û qebûl nekir ji girtîgeha Mernaqiyê ku lê hatiye ragirtin, derkeve pêşberî dadgehê."

(fr/bb)