Komkujiya Hewlêrê û xeta xiyanetê ya PDK'ê

PDK'ê ya ku beriya 26 salan komkujiyek li Hewlêrê pêk anîbû, xeta xiyanetê ya li dijî Kurdan didomîne û xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike. Di navbera Komkujiya li Hewlêrê û ya Xelîfanê de dîrokeke dirêj a komkujî û xiyanetê ya li dijî gerîlayan heye.

Komkujiya Hewlêrê û xeta xiyanetê ya PDK'ê
16 gulan, 2023   07:14
KOBANÊ

Di 14'ê Gulana 1997'an de zêdetirî 200 hezar leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi operasyonekê bi navê "Operasyona Gurzê" hewl da  gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê tune bikin. Di 2 rojên pêşîn de artêşa Tirk a dagirker derbên giran xwaribû û bi dehan leşkerên artêşa Tirk a dagirker  ji aliyê gerîlayan ve hatin cezakirin. Di wê berxwedanê de bi dehan gerîla şehîd û birîndar bûn.

Gerîlayên birîndar li nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê dihatin dermankirin. Tevî sozên Mesûd Barzanî ku hêzên wî dê li kêleka artêşa Tirk a dagirker êriş nekin, lê dîsa li gor berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û li dijî berjewendiyên neteweyî yê Kurdistanî kar kir. Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li nexweşxaneyê komkujiyek li dijî gerîlayên birîndar pêk anî û di encamê de 83 gerîla şehîd bûn. Ev komkujî ji sûcên herî qirêj bû ku li dijî gelê Kurd hatî kirin ûheta niha jî cihê cenazeyên şehîdan nayê zanîn.

Hêzên PDK'ê hemwextî komkujiyê êrişî nexweşxaneyê, navenda Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Navenda Çandê ya Mezopotamya û Komeleya Yekitiya Jinên Azad a Kurdistanê kirin. Her wiha navendên rojnameyên Welat  û Welatê Roj bi çekên giran hatin topbarankirin, di encamê de gelek sivîl şehîd bûn û kesên li wan navendan jî hatin girtin.

Dîsa jî beşdarbûna hêzên PDK'ê di şerê li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê de li kêleka artêşa Tirk a dagirker hatiye piştrastkirin. Ji bo ku şerekî birakujiyê çênebe, gerîlayên azadiyê li hember hêzên PDK'ê şer nekir û armanca wê ya sereke ew bû ku dagirkeriyê têk bibe û nehêle bighêje Başûrê Kurdistanê.

PDK'Ê PENCEŞÊRA DI BEDENA KURDISTANÊ DE YE

Gelê Kurdistanê bi giştî û yê Başûrê Kurdistanê bi taybetî li hember kiryarên PDK'ê bêhêvî bûn. Tevî komkujî û qirkirina ku li dijî gelê Kurd ku di sedsala 20'an de hatine pêkanîn, gelê Kurd wek wî wextî bêhêvî nebibû, ji ber ku PDK'ê xwe welatparêz nîşan dide û li dijî gelê xwe xiyanetê dike.

Bi armanca têkbirina doza kurdî, Erdogan jî pêşengtiya vê planê dike û hewl dide her tiştê bi navê Kurd û Kurdistanê tune bike. Di vê çarçoveyê de PDK'ê jî heman siyasetan AKP/MHP'ê li dijî Kurdan dimeşîne.

BI MASKÊ KURDIYATIYÊ PDK`Ê ÎXANETA LI KURDAN DIKE

Di 19`ê Gulana 1992`yan de an ku piştî hilbijartinên yekemîn ên parlamentoya Başûrê Kurdistanê, ragihandina şer li dijî PKK`ê di 28`ê Hezîrana heman salê de, biryara yekemîn a parlamentoyê bû. Di Cotmeha heman salê de şer dest pê kir.

Hêzên dagirker bi van siyasetên xwe hewl didin parçebûnê di nava Kurdan de ava bikin û birîna Kurdan kûr bikin. Mirov nikare vê rewşê bi parçebûnê tenê wesif bike, ji ber ku aliyekî şoreşgerî yê xwedî hêza leşkerî û îdeolojî  (PKK) heye ku dîroka wê ya têkoşîna vedigere zêdetirî 40 salî  û aliyê din an ku hin ji kesên PDK'î yên ji malbata Barzanî heye. Ev kesan bi maska kurdiyatiyê tev digere û di dirêjahiya dîroka xwe de xiyanet li Kurdan kirine û xêra û bêra Kurdistanê talan dikin.

Daxwaza PDK`ê ya afirandina Kurdistaneke biçûk di Başûrê Kurdistanê tenê de xefkek e ku bi destê hêzên dagirker hatiye vedan. Armanc jê ew e ku sînorê Kurdistana mezin di erdnîgariyeke biçûk de xêz bikin û wê radestî malbata Barzanî bike. Her wiha da ku wê erdnîgariyê, wekî Kurdistanê û warê yekane yê Kurdan pênase bikin. Lê ev erdnîgarî  ji sedî 8`ê tenê erdnîgariya giştî ya Kurdistanê ye.

Hêzên hegemonîk ên cîhanê hewl didin ku Başûrê Kurdistanê wisa nîşan bidin ku wargehê gelê Kurd e. PDK`ê li ser hesabê berxwedana dîrokî ya Kobanê ya li hember DAIŞ`ê, bi tonan çek û ceblixane bi dest xistin ku Almanya şandibûn. Hertim hêzên hegemonîk hewl didin ku PDK`ê wek Kurdên ku şerê DAIŞ`ê dikin nîşan bidin û rola berxwedana li Rojava paşguh dikin.

Lewra PDK`ê roleke girîng di têkbirina doza Kurd de li hundir dilîze. Ruxmî ku tevahî hewldanên wê di gelek serdemên borî de têk çûn û nekarî têkoşîna PKK û ya gelê Kurd têk bibe.

Ji salên 90`î ve, PDK`ê xwest PKK`ê wek hêzeke dijberî Kurdan nîşanî gelê Başûrê Kurdistan bide. Lê hewldanên wê bi ser neketin. Nexasim piştî sala 2000`î dema propaganda kir ku PKK`ê zaîf e û nikare tu destkeftiyan biparêze û hertim gotin “Çima hûn naçin Kurdistanê xilas bikin. Me Kurdistan xilas kir. Bila biçin Kurdistanê xilas bikin”.

Lê têkoşîn û berxwedana serkeftî ya PKK`ê ya li hember hêzên dagirker, ev gotinên wan vala derxist. Di heman demê de rastiyeke din eşkere kir ku gerîla hêza yekane ya gel e û cihê bawerî û hêviyê ye. Li Kerkûk, Silêmaniyê û Mexmûrê gel daketin qadan û bi alên PKK û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û bi pêşwazîkirina gerîlayên ku DAIŞ têk birin, ev helwesta xwe  nîşan da.

PDK`Ê AMÛRÊ DI DESTÊ HÊZÊN DAGIRKER DE YE

PDK`ê bi dewleta Tirk re  li dijî gerîla li çiyayên Kurdistanê şer dike. Di salên 1992, 1995, 1997`an û heta 1999`an de ev şer gûr bûn.

Careke din ev kiryar dubare dibin, PDK`ê dixwaze şerekî nû biafrîne ku xizmeta dagirkeriya Tirk dike. Ji 24`ê Nîsana 2021`an ve êrişên artêşa dagirker ên di bin navên cuda de li Avaşîn, Zap û Metînayê ranewestiyan ku bi hevkariya hêzên PDK'ê tên kirin.

Armanca van êrişan, dorpêçkirina PKK`ê di erdnîgariyeke teng de li Başûrê Kurdistanê ye. Yanî dixwaze bi temamî wan hêzên di çend salên bê de tune bike. Em dikarin bikaranîna çekên kîmyewî û hovîtiya şerê tê kirin, di vê çarçoveyê de pênase bikin. Lê destên NATO, Ewropa û DYA`yê de van êrişan de hene.

PDK`ê jî, Kurdên Rojava di bin navê Pêşmergeyên Rojava de di şerê li dijî gerîla de de bi kar anîn. Lê ya rast ev pêşmerge, ji Rojava reviyan û li beramber pereyan bûn çete.

PDK`ê di 28`ê Tebaxa 2021`an de, li herêma Xelîfanê ya Başûr Kurdistanê, kemîn danî pêşiya komeke gerîla ku ji 7 şervanan pêk tê. Di encamê de 5 ji wna şehîd bûn û ji ber nebûna agahiyan, tê gotin ku yek dîl hatiye girtin. Yê din jî bi saxî vegeriya cihê xwe. Niha PDK`ê cenazeyên wan şehîdan li cem xwe dihêle û radestî malbatên wan nake.

(mh-şx)

ANHA