​​​​​​​Serokeşîrên Şengalê: Hazim Beg êdî wekî mîr di nava me de nayê qebûlkirin

Desteya Serokeşîrên Şengalê daxuyand ku PDK’ê hewl dide bi rêya Hazim Tehsîn Beg planên xwe li ser Şengalê pêk bîne û got; “Hazim êdî wek mîr di nava me de nayê qebûlkirin û li gor berjewendiyên hin aliyên siyasî tevdigere. "

​​​​​​​Serokeşîrên Şengalê: Hazim Beg êdî wekî mîr di nava me de nayê qebûlkirin
16 gulan, 2023   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

PDK'ê ji bo peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê bixe meriyetê, ketiye nava liv û tevgerê. PDK'ê niha dixwaze bi serokwezîrê Iraqê Sudanî û bi rêya Mîrê Êzidiyan Hazim Tehsîn Beg, planên nû bixe metiyetê û ji bo vê ketiye nava liv û teverê. Desteya Serokeşîrên Şengalê derbarê planên PDK’ê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li navenda Şengalê ji aliyê Dexîl Mirad ve hate dayîn.

Dexîl Mirad got ku planên PDK’ê yên li ser Şengalê gihiştine astekî ku bi rêya Mîrê Êzdiyan mûdaxeleya Şengalê bikin û wiha domand; “Di demên dawî de ji bo li Şengalê tevliheviyê derbixin, dest bi planên fitneyê di nava pêkhateyên Şengalê de kirine. Xwestin jiyana hevbeş ya li Şengalê belav bikin, lê her kesek rastiya civaka Êzidî dizane ku em ne li dijî ti olekê ne.

PDK’ê dizanî ku wê bi serdana serokwezîrê Iraqê ya ji bo Şengalê, hin planên wan û tiştên li ser Şengalê dibêjin eşkere bibin û rastiya wan bê dîtin, ji bo ku ev rastî li Şengalê xuya nebe, Hazim Tehsîn Beg ku wek mîr destnîşan kiriye, xistin dewrê û bi gotinên ne rast serdana serokwezîr asteng kirin.

Em bang li Hazim Tehsîn Beg dikin êdî bi navê gelê me û civaka Êzidî ne axive, ji ber ku Hazim êdî wek mîr di nava me de nayê qebûlkirin û li gor berjewendiyên hin aliyên siyasî tevdigere.”