Koçberên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

Koçberên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û destnîşan kirin ku divê zimanê dayîkê were parastina.

Koçberên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Koçberên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Koçberên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Koçberên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Koçberên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Koçberên Efrînê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
15 gulan, 2023   16:58
ŞEHBA

Bi boneya Cejna Ziman Kurdî ku 15`ê Gulanê ye, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê şahiyek li qada Kampa Serdem a gundê Til Susin li dar xist. Bi sedan xwendekar, mamoste, nûnerên deste, saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser tev li şahiyê bûn.

/ar/uploads/files/2023/05/15/161500_zlwkh-bkr.webp

Di şahiyê de, hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Zelûx Bekir axivî û Cejna Zimanê Kurdî li her kesî pîroz kir.

Zelûx hemû şehîdên di oxira vejandina zimanê Kurdî şehîd bûne, bi bîr anî û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina dibistanên gundên li eniyên şer, dixwaze tirsê di nava xwendekaran de belav bike. Hikumeta  Şamê jî dorpêçeke giran li kantonê ferz dike û nahêle pirtûk derbasî kantonê bibin. Ji bo ku nasnameya gelan biçewisîne û zimanê dayîkê tune bike.”

Zelûx destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê fikrê toranî di nava xelkê wê de belav dike û li wan ferz dike ku zimanê Tirkî bixwînin.

Di dawiyê de Zelûx soza şopandina rêya şehîdan da ku di oxira vejandin û parastina zimanê dayîkê û li hember hêzên mêtingerên Kurdistanê tê koşiyan.

Di şahiyê de, bernameyên hunerî, helbest, şanoyek têkildarî fêrbûna zimanê kurdî hatin pêşandan.

Beşdaran li ber stranên şoreşgerî xelekên govendê gerandin.

(dm/şx)

ANHA