​​​​​​​Li Kobanê û Helebê coşa şahiyên Cejna Zimanê Kurdî

Şêniyên kantona Kobanê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cuda pîroz kir û gotin berxwedan û xwedîderketina li zimanê zikmakî rêya yekane ya parastina hebûnê ye.

15 gulan, 2023   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şahiya li Kobanê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê li dar ket. Xelkê kantonê, partî, endamên rêveberiya saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî û got: “Bi giyanê berxwedana gelên azadîxwaz û yên hewl didin ku nasnameya xwe vegerînin, em vê rojê diyarî Rêber Abdullah Ocalan dikin. Di dîrokê de kurd û çanda kurdî bi qirkirinê re rû bi rû maye, lê îro rewş cuda ye ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan, bi şoreşa xwe ya fikrî Kurd ji xewê şiyar kir.”

Her wiha hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Cerade axivî û got: “Ev roj, pîroz e bi saya vê rojê ziman ji tunebûnê hat parastina. Bi saya Şoreşa Rojava, zimanê me di dibistan û zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê fêrkirin.”

Di dawiya şahiyê de Koma Vejîn û Koma Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bernameyên xwe yên hunerî pêşan dan.

HELEB

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) bi dirûşma “Bi çirûska 15`ê Gulanê em dê şoreşa xwe heta serkeftinê û têkbirina dagirkeriyê gur bikin” şahiyek li Dibistana Alan Mihemed a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Bi dehan endamên saziyên sivîl, partî, mamoste û şênî di şahiyê de hazir bûn.

Di şahiyê de endama Rêveberiya Dibistanan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Kewser Bîro axivî û destnîşan kir ku bi saya bi hezaran şehîdan ewqas destkeftî hatin bidestxistin.

Kewser diyar kir ku Şoreşa Rojava bi şoreşa ziman tê naskirin û wiha domand: “Ziman, hebûn, nasname, dîrok, erdnîgarî û çand e. Me jî ji bo ku bi zimanê xwe biaxivin û fêr bibin şer kir û me armanca xwe bi dest xist.”

Di şahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Rûşîn Mûsa axivî û got: “Li Efîrnê dewleta Tirk a dagirker siyaseta tirkkirinê dimeşîne ji bo ku zimanê kurdî li wir tune bike. Divê li hemberî em têkoşînê mezin bikin.”

Piştî bidawîbûna axaftinan, Koma  Xwendekarên Dibistana Qehraman, endama Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo Yasmîn Koşan, zarokên dibistana Rifet Hec Serî şanoyek û koma Şehîd Hêzel govend pêşan dan.

Di dawiya şahiyê de, beşdaran li ber stranan govend gerandin.

(dm/şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jKGznP6y4ww" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>