Gelo bûyerên Sûdan û Xezayê rojeva lûtkeya Riyadê tevlihev kir?

Li gel geşedanên bilez ku li ser asta Sûriye, Sûdan û Xezayê rû didin, 19′ê Gulanê lûtkeyeke erebî li Riyadê li dar dikeve.

Gelo bûyerên Sûdan û Xezayê rojeva lûtkeya Riyadê tevlihev kir?
15 gulan, 2023   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN-MUHSIN EL MISIRÎ

19′ê Gulanê lûtkeya Erebî li ser asta serokan li Riyadê li dar dikeve. Hinek vê lûtkeyê wekî pêngaveke dîrokî wesif dikin. Nemaze ku ev lûtke piştî lihevkirina di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de ya ji bo bidawîkirina şerê li Yemenê û vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî tê lidarxistin. Lê şerên li Sûdan û Xezayê rojev û dosyaya lûtkeyê tev li hev kir.

Li gorî raporan, Erebistana Siûdî plana dikir lûtkeyeke erebî pêşwaz bike, taybet piştî serkeftina wê di 3 lûtkeyên erebî-çînî Kanûnê de.

Ev lûtkeya Riyadê ya duyemîn e ku serokên Ereban li hev dicivin. Di Mijdarê de lûtkeyek li Cezaîrê hate lidarxistin. Tê payîn di 2023′yan de lûtkeya erebî ya geşkirinê li Morîtanya û lûtkeyeke erebî-afrîkayî li Siûdiyê li dar bikevin.

VEGERANDINA SÛRIYEYÊ

Di civîna Komkara Erebî ya wezîrên karên derve yên Ereb de ku hefteya borî li paytexta Misir Qahîreyê hatibû lidarxistin, vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî hat pejirandin. Piştî vê yekê an ku piştî îzolekirina Sûriyeyê ku 12 salan dewam kir, Qiraltiya Erebistana Siûdî Beşar Esede vexwend lûtkeya Riyadê.

ŞERÊN LI SÛDAN Û XEZAYÊ

/ar/uploads/files/2023/05/14/193200_sbry.webp

Di van demên dawîn de geşedanên bilez li ser asta Sûdanê rû dan. Şerê di navbera aliyên artêşa Sûdanê û Hêzn Piştevaniya Lezgîn de di meha xwe ya yekemîn de dewam dike û hewldanên Erebistana Siûdî hene ku şer were rawestandin. Li Xeza û Difa Xerbî yên Filistînê jî şer û rageşiya di navbera komên çekdar ên Filistînê û artêşa Îsraîlê de zêde bûn. Herî dawîn êvara roja şemiya borî bi navbeynkariya Misirê agirbest hat ragihandin.

Li gorî çavdêran, bûyerên li Sûdanê û rewşa li Xeza û Dîfaya Xerbî wê bi xurtî xwe di rojeva lûtkeyê de ferz bikin.

Şîrovekarê siyasî yê ji Mexrbê Sebrî El Ho ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji civîna wezîrên karên derve yên dewletên Ereban a li Qahîreyê hate fêmkirin ku tevahî aliyên erebî li hev kirin ku vegerandina Sûriyeyê ya li Komkara Erebî û lihevkirina bi Rûsyayê re rojeva lûtkeya Riyadê bin.

El Ho destnîşan kir ku bûyerên li Sûdanê û şerê li Xezayê girêdayî Ereban e, lew re divê ev mijarên werin nîqaşkirin û çareserkirin.

El Ho wiha domand: "Di aliyê pratîkî de nabe ev pirsgirêk werin paşguhkirin. Li Sûdanê şer hîna heye û bandorê li welatiyên sûdanî yên hewl didin xwe li deverên ewle bigirin, dike. Dîsa jî nabe li ser qetilkirna bi zanebûn û êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bê deng bin, hikumeta Îsraîlê ya tundraw bi mebesta xurtkirina navendên xwe yên hilbijartinên van rageşiyan derdixe. "

El Ho îşaret bi vê yekê kir ku Ereb bi eleqeyeke taybet li lûtkeya Riyadê ya bê temaşe dikin da ku helwesta erebî ya piştî lihevkirina Riyad û Tehranê fêm bikin. El Ho ev nirxandin kir: "Ji ber ku lûtkeya Riyadê derfeteke rasteqîn, guncaw û taybet e ku li hemberî hikumeta Îsraîlê ya tundraw helwetseke erebî ya giştî û xurt derkeve. Bûyerên ku rû didin Filistînê derbas dike. Ev hemû name ji bo lûtkeya Riyad û gelempereya Ereb in da ku binêrîn bê ka piştî lûtkeya Cezîrê ka çi pêk hatiye û çi pêk nehatiye. Di heman demê de ji bo ku binêrin  gelo wê helwesteke xurt li dijî Îsraîlê were girtin an jî wê mîna helwesta berê bin ku teqezî li ser navendîbûna pirsgirêka Filistînê û piştevaniya mutleq a bi mafên gelê Filistînê re dikirin, dîsa bi însiyatîfa erebî ya aştiyê ve girêdayî bûn û banga domandina têkoşîn û hewldanên ji bo parastina bajarê Quds ê dagirkirî û pîroziyên wê dikirin."

HIN ÎNSIYATÎF HATIN DERENGXISTIN

/ar/uploads/files/2023/05/14/193243_000.webp

Pisporê têkiliyên navneteweyî yê ji Îmaratê Dr. Salim El Kutubî ji ajansa me re got şerên li Sûdan û Xezayê bûyerên biêş in ku bandoreke mezin li ewlehî û îstîqrara li hermê dikin.

El Kutubî anî ziman ku dibe ev geşedan bandorê li rojeva lûtkeya erebî bike, yan dê hin dosya werin taloqkirin yan jî hin mijarên girîng ku tên payîn werin nîqaşkirin, betal bikin.

El Kutubî wiha pê de çû: "Dibe dozên lezgîn û girîng ên ku bandorê li herêmê dikin, wekî şerên li Sûdan û Xezayê û geşkirina hevkariya aborî di navbera dewletên Ereban de werin nîqaşkirin. Li kêlek planên navborî dibe ku di plana lûtkeyê de desteka hewldanên dîplomasî û mirovî bên dayîn da ku aloziya li welatên zirar dîtine, sivik bikin, her wiha diyalog û hevkariya di navbera dewletên Ereban de werin lidarxistin da ku îstîqrar û ewlehiya li herêmê xurt bibin."

Dr. Salim El Kutubî wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêdiviya her pêşketinekê di dosyayên lûtkeya erebî de bi hevkariya giştî ya dewletên Ereban heye. Divê girîngiya pkanîna îstîqrar û aştiya li herêmê bizanin. Divê girîngiyê bidin diyalog û lihevkirina di navbera dewletên Ereban de, divê çareseriyên aştiyane û dîplomasî werin nîqaşkirin."

(fr)

ANHA