Li herêmên hikumeta Şamê aloziya sotemeniyê û mûçeyan girantir dibe

Welatiyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ji ber aloziya sotemeniyê, bihabûna kel û pelan û kêmbûna mûçeyan, bi hêrs in.

Li herêmên hikumeta Şamê aloziya sotemeniyê û mûçeyan girantir dibe
15 gulan, 2023   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Sûriyeyê Şamê li kêleka aloziya veguhastinê ya dijwar, aloziya sotmeniyê jî careke din zêde dibe. Ajokarên kamyon û erebeyan ji bo dagirtina erebeyên xwe bi saetan li ber stasyonên sotemeniyê disekinin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), sotemenî têra erebeyên veguhastinê yên giştî nake, ji lew re ajokar neçar dibin ku sotemeniyê bi buhayên serbest bikirin. Bi vê yekê mesrefên veguhastinê jî bilindtir dibin û welatî zirarê dibînin. Hemwextî aloziya sotemeniya erebeyan, aloziya gazê jî çêdibe.

Sotmenî li sûka reş jî gelekî bihatir tê firotin.

Di dema aloziya sotemeniyê ya vê dawiyê de, buhayê lîtreya benzînê gihaşt 20 hezarî, ya lîtreya mazotê jî gihaşt 14 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Bi bilindbûna buhayê sotmeniyê re, li herêmên hikumeta Şamê sebze, fêkî, derman û sotemî bihatir bûn. Lêçûnên xizmetên înternet, kehrebeyê û peywendiyan jî du qat bûn û rewşa jiyanî û madî ya welatiyan xirabtir bûye û hêrsa wan zêdetir bûye.

Li gel daketina nirxê lîreyê Sûriyeyê li hember dolar, tu guhertin di mûçeyên karmendan û heqdestên karkeran de çênebûne. Mûçeyê karmendên hikumeta Şamê mehane 150 hezarî derbas nakin ku ev pere têra debara 2 rojan jî nake.

Li gorî raporeke Rêxistina Xurekê û Çandiniyê ya NY`yê (FAO) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP), di Hezîrana 2022`yan de Sûriye ji 20 herêmên cîhanê ye ku birçîtî lê heye.

(c)

ANHA