Hilbijartinên Tirkiyeyê rojeva çapemeniya erebî bû

Tûra yekemîn a hilbijartinên li Tirkiyeyê bi encam nebû, ji lew re dê tûra duyemîn pêk were, dibe ku ji Erdogan re “dawiyek baş” neyine.

Hilbijartinên Tirkiyeyê rojeva çapemeniya erebî bû
15 gulan, 2023   06:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniyê raporeke xwe bi sernavê “Di tûra yekemîn a pêşbirka serokkomariyê de Erdogan têk çû, hevrikê wî jî bi ser neket” weşand. Di navaroka raporê de hat gotin: “Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinên serokkomariyê yên Tirkiyeyê, piştî ku ji sedî 89`ê dengan hatin hejmartin, rêjeya dengên ji bo namzetê tifaqa Cumhur serok Recep Tayyîp Erdogan ku wîlayeta wî bi dawî bûye, bo kêmtirî ji sedî 50 bi paş ket û rê li ber tûra duyemîn a hilbijartinan ku dê 28`ê Gulanê pêk were, vekir.”

'ALÎGIRÊN ERDOGAN Û KILIÇDAROGLU SERKEFTIN RAGIHANDIN, LÊ SINDOQ XWEDÎ NÊRÎNEK DIN BÛN'

Rojnameya El Weten a nêzî hikumeta Şamê jî têkildarî mijarê wiha nivîsî: “Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinanên serokkomariyê yên Tirkiyeyê, her du namzetên sereke (serok Erdogan ku wîlayeta wî bi dawî bûye û hevrikê wî yê namzetê tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu) şerê pêşbirka serokkomariyê di tûra yekemîn de bi encam nekir.

Rojnameyê bal kişand ku rêjeyek mezin ji sûriyeyiyên ku bûne hemlwetiyên Tirkiyeyê beşdarî hilbijartinên serokkomariyê yên 13`emîn di dîroka Tirkiyeyê de bûn.

Li gorî malperên înternetê yên opozîsyonê, hejmara giştî ya sûriyeyiyên bûne hemwelatiyên Tirkiyeyê 223 hezar û 881 kes e, hejmara sûriyeyiyên ku bûne hemwelatiyên Tirkiyeyê û zêdetirî 18 saliyê ne û dikarin beşdarî hilbijartinan bibin jî 126 hezar û 768 kes e, hejmara sûriyeyiyên ku bûne hemwelatiyên Tirkiyeyê jî 0.2`ê hejmara ku mafê wan ê dengdanê heye ye.

Di propagandaya hilbijartinê ya piraniya partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê de mijara penaberên sûriyeyê hebû, dersînorkirina wan ji welat jî tiştekî sereke bû ku girîngî dabûnê. Her wiha hin partiyên siyasî ji bo wergirtina dengan di hilbijartinan de, rastî berovajî kirin û îdiayên li dijî penaberên sûriyeyî zêdetir kirin.”

'TIRKIRIYE BER BI TURA DUYEMIN A HILBIJARTINAN VE'

Rojnameya El Exbar a Lubnanê jî diyar kir ku encamên destpêkê yên dengan dê “dawiyek baş” ji bo Erdogan neynin. Rojnameyê bal kişand ku “xala herî girîng ew e ku tu namzetî zêdetirî 50`ê dengan bi dest nexist, ev jî li gorî qanûna hilbijartinan tê wateya tûreke duyemîn ku dê piştî du hefteyan bê lidarxistin. Eger ev yek pêk hat jî dê ji bo Erdogan ne baş be, ji ber ku dê cara yekemîn be ku Erdogan di tûra yekemîn de bi sernakeve.

Di tûra duyemîn de jî dibe ku encam ne bi dilê serokê heyî bin. Ihtimalek din jî heye ku Sinan Ogan ku ji sedî 5`ê dengan bi dest xistin, piştgiriyê bide Kiliçdaroglu û bang li alîgirên xwe bike ku raya xwe bidin namzetê opozîsyonê.”

(c)