ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-5-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-5-2023
14 gulan, 2023   23:00

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan bang li ciwanan kir ku roleke aktîf di têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bilîzin û got, bersiva herî guncaw ya li dijî tecrîdê belavkirina fikrê neteweya demokratîk ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî 5 salan ve sûcên xwe li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî didomînin, ku di vê dawiyê de wan 2 sûcên tecawîzkirinê li 2 zarokan kir û keçek revand.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di 19′ê Gulanê de lûtkeya Erebî li gel pêşdeçûnên lez ên li herêmê çi li ser asta rewşa Sûdanê, Sûriye û Xezayê li dar dikeve.

Kurdên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Cejna Zimanê Kurdî bi pêkanîna şoreşa di ziman de pêşwazî dikin. Siyaset, perwerde, çand û huner, ragihandin û aboriyê êdî bi Kurdî dimeşînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Profesorê zanistên siyasî Eymen El Raqab destnîşan kir ku şerê duh li Filistînê ku ji ber agirbestê rawestiye, wê ne yê dawî be. Her wiha diyar kir ku Netanyahuyê ku xwest ji aloziya xwe ya hundirîn bireve, di navbera du eniyan de, eniya Xezayê hilbijart ji ber ku pêşbîn kir dê bersiv li vê eniyê sînordar û kurt be.  

2`emîn Mîhrîcana Orkêş careke din reng û dengê gelan raxist ber çavan, tevî ku hin komên herêmê ji ber kêmperwerdekirinê beşdarî mîhrîcanê nebûn û komên ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî ji ber astengiyên rê, nehatin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

2`yemîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Orkêş di roja 5`an de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo didome saet di 14:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Dibistanan a Qamişlo bi boneya Cejna Zimanê KUrdî şahiyekê li hola werzîşê ya Navenda Yekitiya Werzîşê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Dibistanan a Navçeya Çilaxa pêşangeha alavên kenvar li Dibistana Şehîd Şehrezad a gundê Dêro Kevdik li dar dixe saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 2`yemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li hola Zana ya Qamişlo dest pê dike ku heta 17`ê Gulanê berdewam dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyekê li Kampa Serdem a navçeya Ehdasê li dar dixe saet di 15:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyekê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe saet di 17:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervana YPJ`ê Cûdî Egîd li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star li taxa Xiwêran a Hesekê akademiyekê bi navê Şehdî Zeyneb Saroxan vedike saet di 14 :00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komeleya Rojavayê Kurdistanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyekê li hola Marbêla ya Hesekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Samî Elis El Mihemed li Goristana Şehîdan a navçeyê oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya 15`ê Gulanê bi dirûşma “Zimanê Kurdî geş bikin jiyanê xweş bikin, em ê şoreşa ziman bi ser bixin” Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê şahiyekê li qada şehîd Egîd li dar dixe saet di 17:00`an de. Di heman çarçoveyê de Zanîngeha Kobanê çalakiyeke hunerî saet di 10:00`an de li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA