Tîryakî: Li gorî encaman Erdogan dê di tûra destpêkê de têk biçe

Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê Mehmet Rûştû Tiryakî daxuayniyeke din da û got “Bi îhtîmaleke bilind hilbijartin dê ji tûra duyemîn re nemîne. Li gorî encamên tûra destpêkê Erdogan dê têk biçe û Kiliçdaroglu were hilbijartin.”

Tîryakî: Li gorî encaman Erdogan dê di tûra destpêkê de têk biçe
14 gulan, 2023   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Navenda Koordînasyona Şopandina Hilbijartinê ya HDP’ê û nûnerê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Mehmet Rûştû Tiryakî li Navenda Giştî ya HDP’ê li ser encamên hilbijartinê û ewlehiya hilbijartinê civîneke çapemeniyê li dar xist.

‘DENGÊN ERDOGAN DIKEVIN’

Tiryakî di civînê de got: “Min berê jî gotibû, saet di 18:30 de dengê Erdogan wekî ji sedî 59,4 nîşan dan.  Lê piştî sê saetan ev deng wekî 50,97 nîşan dan. Dengê Kiliçdaroglû jî saet di 18:30’a de li gorî daneyên Ajansa Anadolûyê ji sedî 33, li gorî daneyên saet 21:30’an ji sedî 43,22 bû. Yanî di nava 3 saetan de rêjeya dengê birêz Kiliçdaroglû ji sedî 10 zêde bû.

Agahiyeke din jî ev e. Jixwe hûn hejmara parlamenteran dizanin, digotin wê Tifaqa Cûmhûrê 330 parlamenteran bistînin. Lê li gorî daneyên Ajansa Anadolûyê ev rêje dora 313’an e, her ku diçe dengê Erdogan dikeve. Berê hejmara parlementerên me jî 0 nîşan didan, niha jî me wekî dora 60’î nîşan didin.

‘AJANSA ANADOLUYÊ DÊ NEÇAR BIMÎNE KU HEJMARÊN RASTÎN EŞKERE BIKE’

Çend saet şûnde em ê bibibînin ku wê Ajansa Anadolûyê hejmarên rastîn eşkere bike. Ez dixwazim hejmareke giştî bibêjim, ji dema destpêkê û heta niha dengê AKP’ê ji sedî 10 zêde, dengê MHP’ê jî ji sedî 5 zêde nîşan didin.

Di nava vê pêvajoyê de têkildarî hejmaran pirsgirêkek heye? Heye. Di kanalên televîzyonê de gelek hat gotin, di medyaya dîjîtal de jî tê nîqaşkirin, pirsgirêkek wiha heye, AKP û MHP li sindoqên ku rêjeya dengê muxalefetê bilind e, îtîraz dike. Ji ber ku piraniya endamên desteyê ji wan in, dibin sedem ku sindoq car din werin hejmartin. Lewma niha di daneyên ku ku Ajansa Anadolû bi raya giştî parve kirî û hin kanalên TV’ê de, li gorî feydeya Erdogan ev qas bilind e. Lê ew nikarin van îtîrazên xwe heta dawiyê bidomînin. Bi îhtîmalek bilind hilbijartin wê ji tûra duyemîn re nemîne, li gorî encamên tûra destpêkê wê bê ragihandin ku wê Erdogan têk biçe û Kiliçdaroglû were hilbijartin.

Em ê tev bi hev re bibînin ku wê Tifaqa Cûmhûrê zêdeyî 300 parlamenteran dernexe. Moralê qismekê hevwelatiyên me ku li ber televîzyonê temaşeyî encamê dikin, em dizanin ku ne baş e. Telefonê me dikin, misêwa dipirsin. Cardin dibêjim: Bila her kes firîqet be, ez bawer im ku em ê sibehê li Tirkiyeyeke din hişyar bibin, em ê tev bi hev re bibînin ku encam ne wiha ne. Ajansa Anadolûyê jî, medyaya wan jî, xebatkarên çapemeniyê û kanalên televîzyonê yên ku alîgirên desthilatdariyê ne, wê neçar bimînin ku encama rast eşkere bikin.

‘BI ÎTÎRAZKIRINÊ ENCAMNAMEYAN DERENG DIXIN’

Em reqeman bi temamî nizanin, lê piraniya sindoqên îtîrazê lê dikin, li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ne. Nikarim reqeman bi we re parve bikim, ji ber ku di destên me daneyeke wiha nîn e. Lê em dizanin ku îtîraz li gelek sindoqan kirine, amadekirina encamnameyên sindoqan dereng dixin.”