Serokomariya Tirkiyeyê bo tura duyemîn ma, AKP li Kurdistanê têk çû

Di hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê ku duh pêk hatin de, tu namzetan dengên têrker negirtin, lewma wê tura duyemîn a hilbijartinan pêk were. Di hilbijartinên parlamenteriyê de jî AKP li Kurdistanê têk çû, Partiya Çepên Kesk bû yekemîn.

Serokomariya Tirkiyeyê bo tura duyemîn ma, AKP li Kurdistanê têk çû
15 gulan, 2023   05:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê duh pêk hatin. Piştî bidawîbûna dengdayînê, heta berê sibehê hejmartina dengan dom kir. Her partiyek û tifaqê li gorî xwe encam diyar kirin û hema bêje şerek jî di vê babetê de çêbû.

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Ahmed Yener jî nava şevê daxuyaniyek da û encama dengên ku ji sedî 91.93 hatine hejmartin, eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya Ahmet Yener, ji bo serokomariyê R. Tayip Erdogan ji sedî 49.49, Kemal Kiliçdaroglu sedî 44.79 û Sînan Ogan jî sedî 5.29 deng wergirtin. Li gorî van encaman tu namzetan ji serokomariyê dengên têrker (sedî 50+1) negirtin. Encamên fermî hîn nehatine eşkerekirin, lê li gorî daxuyaniya YSK’ê ji bo hilbijartina serokomariyê wê tura duyemîn pêk were.

Li gorî plansaziya YSK’ê tura duyemîn wê 28’ê Gulanê roja yekşemê pêk werin. Di vê turê de du namzetên herî zêde deng wergirtine, ango Erdogan û Kiliçdaroglu wê bikevin pêşbirkê. Di encama tura duyemîn de şertê ji sedî 51 li ser çavan nayê girtin û kîjan namzet dengên zêde bigire, wê bibe serokomar.

Encamên hilbijartina parlamenteriyê

Di encamên hilbijartina parlamenteriyê de jî partiya desthilatdar AKP deng winda kirin;  li Bakûrê  Kurdistanê jî têk çû. Hem di hilbijartinên serokomariyê hem yên parlamentoyê de Kurdistanê ji AKP û Erdogan re got, “Êdî bes e”

Li gorî encamên ku Ahmet Yener eşkere kirine Partiya Çepên Kesk, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP), AKP, MHP, Yenîden Refah, BBP, CHP û İyi Partî diçin parlamentoyê.

Li Kurdistanê Partiya Çepên Kesk careke din bû partiya yekemîn û peyam da hemû aliyan.