Yekitiya Suryan şaxekî xwe li Til Temirê vekir

Yekitiya Suryan şaxekî xwe li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê vekir.

Yekitiya Suryan şaxekî xwe li Til Temirê vekir
14 gulan, 2023   13:24
HESEKÊ

Yekitiyê şaxê xwe bi merasîmekê vekir. Bi dehan pêkhateya suryan, hevseroka yekitiyê Nezîra Gewriye û endamên partiyê di merasîmê de hazir bûn.

Endamê yekitiyê Sîmon Dawûd axivî û diyar kir ku ji bo birêxistinkirina suryanan û çareserkirina pirsgirêkên wan, nivîsgeh hat vekirin.

Partiya Yekitiya Suryan di 29'ê Adara 2005'an hat damezirandin. Yekitî hewl dide ku nûnertiya gelê Suryan li Sûriyeyê bike, bi hevkariya hemû aliyan û partiyên siyasî yên suryanî li hundir û derveyî Sûriyeyê mafên wî yên netewî biparêze.

dem/şx))

ANHA