Rêxistinên jinan bertek nîşanî qetilkirina Ala Dahir da

Li Eyn Îsa û Qamişloyê, qetilkirina jina bi navê Ala Mistefa Dahir hat şermezarkirin û hate gotin, ev sûc encamên himşmendiya bavikalarî ya serdest e.

Rêxistinên jinan bertek nîşanî qetilkirina Ala Dahir da
14 gulan, 2023   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Eyn Îsayê bi dehan jinan bi daxuyaniyekê qetilkirina jina bi navê Ala Mistefa Dahir şermezar kir.

Welatiya bi navê Hedla Hec Muslim daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de qetilkirina Ala Mistefa Dahir hat şermezarkirin û hate gotin, ev sûc berdewama zihniyeta baviksalarî ya serwer e.

Jinan di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew ê şoreşê dewam bikin heta ku guhertinan ku dixwazin çêbibe, her wiha xwestin ku qatil werin eşkerekirin û cezayên tundî li wan were birîn.

 Li Qamişlo û Eyn Îsayê jî Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dem dema bi dawîkirina qetilkirina jinan e. Jin dê bixebitin heta ku diyardeya qetilkirina jinan ji kokê were rakirin."

Rêxistina Sara bang li aliyên têkildar kir ku cezayên giran bidin qatilan û kesên li pey wan.

 Li gorî daxuyaniyê, 11' ê Gulanê cenazeyê jina bi navê Ala Mistefa Dahir a dayika 2 zarokan e kuştî li mala wê hate dîtin. Ala bi awayekî hov hat serjêkirin û bedena wê hatibû xirabkirin.

Der barê vî sûcî de lêpirsîn dewam dike.

(bb)

ANHA