Li Tirkiyeyê dengdayîn bi dawî bû

Li Tirkiyeyê di hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê de dengdayîn saet di 17.00’an de bi dawî bû. Di dema dengdayînê de, bi taybet li bajarên Bakurê Kurdistanê, alîgirên desthilata Tirk gelek zext û pêkutî li dijî hilbijêrên opozîsyonê û Partiya Çepên Kesk kirin.

Li Tirkiyeyê dengdayîn bi dawî bû
14 gulan, 2023   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hilbijartina dîrokî de nêzî 60 milyon û 697 hezar hilbijêr çûn ser sindoqan. Binpêkirinên li bajarên Bakurê Kurdistanê jî di tevahiya rojê de dewam kir. Serok û hevserokên partiyan û namzetên serokkomariyê jî dengên xwe dan û peyamên “demokrasiyê” dan.

Di dema dengdayînê de li gelek bajar û navçeyan îxbarên binpêkirinan hatin. Li bajarên Bakurê Kurdistanê jî bi taybetî li gundan deng bi vekirî hatin dayîn û dengên komî hatin dayîn. Her wiha zexteke mezin a leşker, polîs û namzetên AKP’ê hebû.

TEVÎ ZEXTAN JÎ GEL ÇÛ SER SINDOQAN

Tevî bêusulî û binpêkirinên AKP’iyan ên li Bakurê Kurdistanê jî gel herikî ser sindoqan û dengên xwe dan.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di rapora xwe ya têkildarî hilbijartinan de diyar kir ku li gelek bajaran ji bo AKP'ê dengên tomerî tên bikaranîn.

AKP’iyan li navçeya Konak a Îzmîrê paketên xwarinê belav kirin û di nav de nîşeyên propagandayê hebûn.

AKP'Î BI ÇEKAN LI SER SINDOQAN GERIYAN

Şaredarê AKP’yî yê navçeya Akdenîz a Mêrsînê Mehmet Mustafa Gultak li gel parêzvanên xwe bi çekan li ser sindoqan geriya. Namzetê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan bertek nîşan da û xwest girtek bê girtin.

Jinên ku tundî li wan hatin kirin û biryara dûrxistinê dan wergirtin, bi agahiyên navnîşana girtî dengên xwe dan.

Li gundê Yarbaşiyê yê navçeya Sergolan a Semsûrê kaxizên dengan ên bêmohr dan gundiyan.

Nûnerê Partiya Çepên Kesk (YSK) ê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî, daxuyand ku Partiya Vatanê li Dîlokê bêyî haya welatiyan jê hebe, 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan.

Li navçeyên Stenbolê gelek nelirêtiyên di dema dengdanê de hatin tomarkirin.

‘ALÎGIR Û XIZMÊN NAMZET Û RÊVEBERÊN AKP’Ê BI AWAYEKÎ VEKIRÎ DENG DAN’

Nûnerê Partiya Çepên Kesk yê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku wan tespît kiriye ku birayên serokê AKP’ê yê Semsûrê li gel leşkeran li gund bi welatiyan dengên vekirî dane bikaranîn.

Partiya opozîsyonê CHP’ê dîmenên dema li navçeya Heranê ji bo Erdogan deng bi komî û bi vekirî tên dayîn, parve kirin.

LI SÊGIRKÊ CERDEVANAN ÊRIŞÎ PEYWIRDARÊN PARTIYA ÇEPÊN KESK KIR

Sercerdevan Şehmûs Babat û zarokên xwe li bajarokê Sêgirkê yê Şirnexê peywirdarên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk derb kirin.

Serokê AKP’a Nisêbînê Latîf Ozel jî tevî parêzvanên xwe yên çekdar zext li peywirdarên sindoqan kir.

AKP’iyan li bajarê Edene êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan (peywirdarên partiyan ên li ser sindoqan) kir.

LI CIZÎRÊ GEF LI GUNDIYAN XWARIN

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê gef li gundiyan hat xwarin ku dengê xwe bidin AKP’ê.

Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê jî destûr ji heyeta navneteweyî re nehat dayîn ku bikeve dibistanê, ji cerdevanan re wêneyên dengê wan hat xwestin û walî hemû muşahid ji Lîseya Şirnexê derxistin derve.

Muşahidên Partiya Çepên Kesk û CHP’ê ku li Kaniya Xezalan û Kolikê yên Semsûrê li dijî dengên blok derketin, hatin derbkirin.

Li Amedê nêzî 200 kesî ji ber ku wek endamên desteya sindoqan hatin nîşandan, nekarîn dengen xwe bidin.