Kujerê Hevrîn Xelef jî bo dengdayînê derbasî Tirkiyeyê kirine

Hat ragihadin ku di nava serçeteyên mafê dengdayînê ji wan re hatiye dayîn û derbasî Tirkiyeyê hatine kirin de, kujerê Seroka Partiya Suriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef jî heye.

Kujerê Hevrîn Xelef jî bo dengdayînê derbasî Tirkiyeyê kirine
14 gulan, 2023   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatine wergirtin, çeteyên berpirsên gelek komikên girêdayî koma bi navê Ceyş El-Wetenî yên li Ezaz û Efrînê ji dengdayînê derbasî Tirkiyeyê hatine kirin.

Çavkaniyan ragihandin ku ji van çeteyan re beriya niha nasname hatine derxistin, mafê dengdayîna di hilbijartinan de hatiye dayîn û 12’yê Gulanê (2023) jî derbasî aliyê Tirkiyeyê hatine kirin.

Çavkaniyan diyar kirin ev çete ji bo ku dengên xwe bidin Erdogan di deriyê sînor ê Hemamê yê li navçeya Cindirêsa Efrînê, deriye Bab El-Selam û deriye Hiwar Killês ên li Ezazê re hatine derbaskirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyan navên çeteyên hatine derbaskirin û komên wan wiha ne:

1-Fehîm Îsa:  Berpirsê koma Sûltan Mûrad

2-Ma'etez Rislan:  Berpirsê Cêş El-Nexbê

3-Ebo Elî Sico: Berpirsê Cebhe El-Şemiyê

4-Ebo Hatêm El-Şeqra: Berpirsê Ehrar El-Şerqiyê

 5-Mûstafa Sêcerî: Berpirsê Ofîsa Siyasî ya koma  Firqt El-Mû'itasêm

6-Sêf Ebo Bekir: Berpirsê Firqet Hemzê

7-Yesêr Ebidilrehîm: Berpirsê Feyleq El-Mecid

8- Mihemed Casêm Ebo Amşa: Berpirsê Lîwae Silêman Şah

9-Ehmed Hemadê: Berpirsyarê wezareta parastinê ya hikûmeta demkî ya Suriyê ku hêza xwe ji Tirkiyeyê digire.

KUJERÊ HEVRÎN XELEF

Hat fêrbûn ku ji serteyên hatine derbaskirin, Ebo Hatem El Şeqra, kujerê Seroka Partiya Suriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef e. Dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sala 2019 êrîşî Serêkaniyê kiribû, Ebo Hatem El Şeqra û çeteyên wî pêşiya seyareya Hevrîn Xelef a ji Reqayê diçû Cizîrê girtibû û ew şehîd xistibû.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî koma Ehrar El Şerqiye xistibû lîsteya terorê û diyar kiribû ku gelek endamên DAIŞ’ê yên kevin di nav vê komê de hene.

(a)

ANHA