Ji bo wergirtina genim 28 embar hatine amadekirin

Destaya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wergirtina genim ji cotkaran 28 embar hazir kirine.

Ji bo wergirtina genim 28 embar hatine amadekirin
14 gulan, 2023   04:40
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9`ê Gulanê de buhayê kirîna genim û ceh ji cotkaran diyar kir. Kîloya genim bi 43 sent e û ya ceh bi 35 sent e.

Balkêş e ku cotkar ji vî buhayê razî ne. Cotkaran diyar kir kirin ku ligel rewşa aborî ya zehmet ev buha baş e.

/ar/uploads/files/2023/05/13/192353_ahmd-ywns.webp

Têkildarî ka wê pereyên cotkaran bi dolar an lîreyê bidin, cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ê Ehmed Yûnis got dê pereyên cotkaran bi dolar bidin wan û diyar kir dê di nava 20 heta 25 rojan piştî radestkirinê de pereyên wan bidin wan.

Bi destpê çinînê re, desteyên aborî û çandiniyê yên Rêveberiya Xweser dest bi amadekirina embaran, kadoryên taybet ên çavdêriya mekanîzmeya radestkirin û wergirtinê, kir.

JI BO KIRÎNÊ KADROYÊN PISPOR HATIN AMADEKIRIN

Ehmed Yûnis diyar kir ku wan 3 dewreyên perwerdeyê ji aliyên têkildarî kirîna genim û ceh hatin vekirin û li gorî pîvanên sûriyeyî û navneteweyî hatin perwerdekirin. Yûnis destnîşan kir ku dewreya perwerdeyê ya yekemîn li herêma Firatê û ya duyemîn li kantona Qamişloyê û ya sêyemîn li kantona Hesekê hatin vekirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li tevahî herêmên Rêveberiyê 28 embar amade kirine.

Ehmed Yûnis anî ziman ku embar dikarin 850 hezar ton ceh û genim werbigirin û da zanîn ku heke miqdar ji wisa zêdetir be dê embarên din vekin.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê Ehmed Yunis bang li welatiyan kir ku ji bo parastina hilbirînan ji şewatan bi komîteyên li herêmê re koordîneyê bikin û hevkar bin.

(dm)

ANHA