​​​​​​​‘Beyannameya Rêveberiya Xweser li herêmê û cîhanê deng veda’

Ciwan Mela Îbrahîm diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê li herêmî û qada navneteweyî deng veda û bi erênî hate pêşwazîkirin.

​​​​​​​‘Beyannameya Rêveberiya Xweser li herêmê û cîhanê deng veda’
13 gulan, 2023   23:35
REQA-EHMED EL ESAF

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18′ê Nîsanê de beyannameya çareseriya krîza Sûriyeyê pêşkêş kir.

Têkildarî mijarê hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm got Rêveberiya Xweser bi rêya vê beyannameyê xwest bêje diyaloga sûriyeyiyan li welat û civîna li ser maseyekê dê bibe çareya herî guncaw a bidawîkirina krîzê.

Ciwan Mela Îbrahîm wiha axivî: "Ev beyanname, di demekê de ku krîzên siyasî, aborî, dîplomatîk hene û dagirkirina xaka Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk ve pêk hatiye, hate ragihandin."

Îbrahîm wiha pê de çû: "Vê beyannameyê gelekî deng veda; di navbera alîgir û muxalifan de. Tevan li gorî siyaseta xwe şopand. Hin medyayan hewl da vê beyannameyê reş bikin."

Îbrahîm destnîşan kir ku bi gelemperî medyaya navneteweyî beyanname bi erênî pêşwaz kir û wiha got: "Hin kanal û medyayên dijberî gelê Sûriyeyê û naxwazin îstîqrar li Sûriyeyê çêbe, got ev beyanname siyasî ye û Rêveberiya Xweser hwel dide hebûna xwe bi rêya wê rewa bike û li pêş cîhanê rûyê xwe paqij derxe."

Îbrahîm diyar kir ku ev gotegotên çapemeniyê ji destpêka krîza Sûriyeyê ve hene û tu wateya wan tune ye, mîna medyaya dewleta Tirk a dagirker ku hewl dide vê yekê reş bike.

Îbrahîm eşkere kir ku di aliyên herêmî, navneteweyî û cîhanî de vê beyannameyê dengek mezin veda û wiha lê zêde kir: "Gelek saziyên çapemeniyê têkilî bi me re danîn da ku hûrgiliyên bendên vê beyannameyê binasin ku ev yek girîngiya wê nîşan dide."

(fr)

ANHA