ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-05-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-05-2023
13 gulan, 2023   23:00

- Ciwan Mela Îbrahîm diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser a ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê li herêmî û qada navneteweyî deng veda û bi erênî hate pêşwazîkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqa û Tebqayê diyar kir ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin û got “Em ê destekê bidin HPG û QSD′ê da ku rêça Rêber Abdullah Ocalan ji me re xêz kiriye, temam bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Destaya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo wergirtina genim û ceh ji cotkaran 28 embar hazir kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye, xwendekar perwerdeya xwe didomînin. Îbrahîm Xelîl (15) mînekek e ku li ber ronahiyeke kêm dixwîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, Desteya Perwerde û Fêrkirina ya Kantona Efrîn û Şehbayê şahiyekê li kampa Serdemê ya navçeya Fafînê li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mîhrîcana Orkêş ya Mûzîkê di roja 4‘emîn de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo dewam dike, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Til Temirê ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesek meşekê li dar dixin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekitiya Suryan polîtburoya xwe li navçeya Til Temirê vedike, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA