​​​​​​​Hikumeta Şamê destûra bikaranîna 2 deriyên sînorî dirêj kir

Hikumeta Şamê destûra bikaranîna deriyên sînor ên Bab El Selame û Raî yên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de 3 mehên din dirêj kir.

​​​​​​​Hikumeta Şamê destûra bikaranîna 2 deriyên sînorî dirêj kir
13 gulan, 2023   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Sûriyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî Besam Sebax di postekê de ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kiriye got, welatê wî destûra Neteweyên Yekbûyî daye ya bikranîna deriyên sînor ên Bab El Selame û Raî heta 13‘ê Tebaxê dirêj kir.

Piştî erdeja ku di encama wê de zêdetirî 50 hezar kes li Sûriye û Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da, Beşar Esed vekirina her du deriyan ji bo sê mehan erê kir. Derî ji 13‘ê Sibatê ve hatin vekirin.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî got, wan ji hikumeta Şamê xwest lu dema vekirina her du deriyan ji bo derbaskirina alîkariyan dirêj bike.

(bb)