Gerîlayan bersiv dan: 8 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê, ragihand ku di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li hemberî Mêrdînê de ku 8 rojan dewam kir 8 dagirker hatine cezakirin.

Gerîlayan bersiv dan: 8 dagirker hatin cezakirin
13 gulan, 2023   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li eyaleta Mêrdînê yên li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku 27’ê Nîsanê dest pê bûne û heta 5’ê Gulanê dewam kirine, ev agahî parve kirin:

‘’Artêşa Tirk a dagirker, pozîsyona bêçalakîtiyê ya hêzên me yên gerîla ji xwe re kiriye fersend û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bêyî sekin êrişên xwe dewam kiriye. Li hemberî hêzên me yên li Mêrdînê, 27’ê Nîsanê dest bi operasyonên îmhayê kiriye û heta 5’ê Gulanê dewam kiriye. Hêzên me yên li Mêrdînê, hem operasyonên dijmin ên bi 8 rojan ku hemû teknîka şer bi kar aniye, vala derxistiye, hem jî derbeyên bi bandor li dijmin xistine. Di operasyona 8 rojan de 8 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar bûye û hevrêyê me Bahoz Çiya jî şehîd bûye. Nasnameya hevrêyê xwe Bahoz Çiya ku şehîd bûye, em ê paşê bi gelê xwe re bi hûrgulî parve bikin. 

Artêşa Tirk a dagirker, 27’ê Nîsanê li herêma Bagokê ya Mêrdînê, bi operasyonekê dest bi êrişê kiriye. 28’ê Nîsanê saet di 08.00’an de hêzên me li du komên dijmin xistine. Di van pevçûnan de ku ji saet 08.00’an heta saet 10.00’an dewam kiriye, 6 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek hatiye birîndarkirin. Dagirkeran, bi helîkopterên êrişê herêm bombe kiriye. Artêşa Tirk, rastî ji gel veşartiye, gotiye ku bi tenê yek ji dest daye û behsa wendahiyekê gerîla kiriye. Lê di van pevçûnan de tu wendahiyên me çênebûne.

Hêzên me li dijî operasyona îmhayê ya ku li herêma Bagokê bi israr dewam dike, 30’ê Nîsanê baskek ya operasyonê kirin hedef û xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Di operasyona ku dewam dike de, 2’ê Gulanê di saet 06:00’an de heman qad 4 caran bi balafirên şer û 2 saetan jî bêyî navber bi helîkopterên şer hatiye bombekirin. Dijmin bi helîkopteran gelek dagirker daxist qadê û operasyonê berfireh kir. 2’ê Gulanê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket û hevreyê me Bahoz Çiya bi lehengane şer kir û şehîd bû.

Hêzên me bi awayekî bi bandor bersiv dan van êrîşên ku bi armanca îmhakirina hêzên me hatiye destpêkirin û tola welatparêzê Kurd Lokman Gorgun ê ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî hovane hat qetilkirin û hevreyên me yên li Omeryanê gihiştin asta şehadetê, hatin hildan.

Herêma Avaşînê;

Di operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Avaşînê dayî destpêkirin de, 12’ê Gulanê saet di 09:15’an de dagirkerên ku bi ser çeperan dihatin, bi taktîkên sabotajê hatin rawestandin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk dîsa rastiyan ji raya giştî veşart û tenê yek windahiyê xwe eşkere kir.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

11’ê Gulanê Qada Deşta Kafya ya Garê 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

12’ê Gulanê çeperên me yên berxwedanê yên Sîda 3 caran bi çekên giran hatin bombekirin."