Tevî ambargoyê xwendekar perwerdeya xwe didomînin

Tevî ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye, xwendekar perwerdeya xwe didomînin. Îbrahîm Xelîl (15) mînekek e ku li ber ronahiyeke kêm dixwîne.

Tevî ambargoyê xwendekar perwerdeya xwe didomînin
Tevî ambargoyê xwendekar perwerdeya xwe didomînin
Tevî ambargoyê xwendekar perwerdeya xwe didomînin
Tevî ambargoyê xwendekar perwerdeya xwe didomînin
14 gulan, 2023   00:46
ŞEHBA-XEYS ŞEMUEDÎN

Ambargoya giran a ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye dewam dike Ambargoyê bandoreke mezin li tevahî qadên jiyanê kir.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya kantona Efrîn û Şehbayê di 27`ê Nîsanê de biryar da ku ji ber kêmbûna sotemeniyê saetên dayîna kehrebe û avê kêm kirin.

Di gel van astengiyan, xwendekarên kantonê bi îsrar in perwerdeya xwe temam bikin.

/kr/uploads/files/2023/05/13/195051_-.webp

Li kampa Serdemê xwendekarê bi navê Îbrahîm Xelîl ê 15 salî ji bo ezmûnên xwe yên asta navîn ku di meha bê (Hezîran) de dest pê bikin, li ber ronahiyekî pir kêm dixwîne. Rewşa Îbrahîm mîna rewşa zêdetirî 15 hezar xwendekarên li kantonê ye ku ji bo perwerdeya xwe temam bikin astengiyên li pêşiya xwe derbs dikin.

Îbrahîm Xelîl bi şev li ber ronahiya ku li ser batariyê dixebite û bi banê konê daliqandiye, dixwîne.

/kr/uploads/files/2023/05/13/195644_-.webp

Bavê Îbrahîm, Mihemed Xelîl diyar kir ku dorpêç êşa wan wekî koçber zêdetir kiriye û ji ber tunebûna sotemenî û dermanan gelekî zehmetiyan dikişînin.

Mihemed Xelîl got, kêmbûna sotemeniyê bandor li kehrebeyê tenê nake kir û got: "Di heman demê de domandina qutbûna sotemeniyê tê wateya ku wesayîtên  birin û anîna zarokan ji dibistanên li navçeya Ehdasê bisekinin."

Di dawiyê de Mihemed Xelîl anî ziman ya tişta herî zêde wî diêşîne ew e ku ji ber ambargoyê nikare pêwîstiyên zarokên xwe yên ku di xwendinê de bi israr in, bi cih bîne.

 (dm)

ANHA