Şêniyên Minbicê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşînê bidomînin

Şêniyên Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, ji ber ku ew hewl dide tevahî gelên bindest rizgar bike û banga bidwîkirina tecrîdê kir.

Şêniyên Minbicê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê têkoşînê bidomînin
13 gulan, 2023   01:08
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke dermirovî li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, da ku gelên herêmê û projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan a xwe dispêre biratiya gelan û jiyana hevbeş, têk bibe.

Têkildarî mijarê, şêniyên Minbicê got divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê.

/kr/uploads/files/2023/05/12/194928_-_1.webp

Welatiyê bi navê Ednan Xelîfe got: "Rêber Abdullah Ocalan xwedî projeyeke navneteweyî ya rizgarkirina tevahî gelên bindest, rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn e. Projeya wî, ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, mifte ye."

Xelîfeyê wiha domand: "Em şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên Minbicê bang dikin ku bi awayekî lezgîn tecrîda li dijî rêber, ramyar û fîlozof Abdullah Ocalan bi dawî bikin. Ji ber ku ji demekê ve ne parêzer ne malbat hevdîtinê pê re dikin. Em ê di têkoşîna xwe bidomînin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê."

/kr/uploads/files/2023/05/12/194945_-.webp

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Nesrîn El Elî wiha anî ziman: "Rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 24 salan e di tecrîdeke giran de ye û dewleta Tirk a dagirker xwedî dîroka tijî binpêkirinên li dijî girtî û gelên herêmê ye."

Nesrîn diyar kir ku şêniyên Minbicê bi hemû pêkhateyên xwe banga bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dikin.

Nesrîn El Elî di dawiyê de wiha got: "Fikrên Rêber Abdullah Ocalan azadî da tevahî pêkhateyên herêmê û ew fikr ji bo tevahî dozên Rojhilata Navîn e."

(fr)

ANHA