Vekişîna Muharrem Înce ji hilbijartinên Tirkiyeyê rojeva medyaya Ereban e

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa hilbijartinên Tirkiyeyê, rageşiya leşkerî ya Sûdanê û rageşiyên di navbera Îsraîl û Xezayê de kir.

Vekişîna Muharrem Înce ji hilbijartinên Tirkiyeyê rojeva medyaya Ereban e
12 gulan, 2023   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê li ser vekişîna namzetê muxalif ê Tirkî wiha nivîsand: "Muharrem Înce ku yek ji 4 hevrikên serokkomarê Tirkiyeyê Recep Teyyîp Erdogan di hilbijartinên serokatiyê de, ragihand ku xwe ji namzetiyê vedikişîne. Dibe ku ev ji bo Kemal Kilîcdaroglu yê muxalifê sereke ji Erdogan re ye bibe alîkar.

Ev yek piştî ankêta dawî derket ku 5 nuqteyên Erdogan ji Kilîcdaroglu zêdetir in, pêk hat."

′NY: DIVÊ BI HEMÛ RÊBAZAN ZEXT JI BO ÇARESRKIRINA KRÎZA SÛDANÊ WERE KIRIN′

Rojnameya El Beyan li ser rageşiya leşkerî ya Sûdanê wiha nivîsî: "Komseriya NY′yê ya mafên mirovan Volker Turk tundiya li Sûdanê û her du aliyên qanûnên mirovî yên navneteweyî bin pê dikin, şermezar kir.

Turk di civîneke awarte ya Meclisa Mafên Mirovan a NY′yê li Cinêvê li ser rewşa Sûdanê de got şer welat xiste karesatekê. Divê dewletên xwedî serweriya li herêmê bi hemû rêbazên guncaw çareseriyekê pêk bînin."

′LI GEL DERBEYAN LI ISRAÎL Û XEZAYÊ DAN Û STANDIN′

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rageşiyên li Xezayê ya di navbera Îsraîl û Cîhad El Îslamî de wiha nivîsand: "Duh, dan û standinên di navbera Îsraîl û Tevgera Cîhad El Îslamî de ji bo agirbestê bi bin ketin. Di heman demê de Îsraîlê êrişên xwe di roja sêyemîn de dewam dike. Îsraîlê endamê meclisa leşkerî ya Tevgera Cîhad El Îslamî û berpirsê yekîneya moşekan a Seraya El Qudis Elî Hesen Xalî (50) siûqast kir.

Çavkaniyên dîplomasiyê yên Misirî got peywendî û dan û standin bi hemû aliyên krîzê re û hin dewletên têkildar re pêk tên ku agirbestê pêk bê."

(fr)