Di Internationale Maifestspiele de şanoya kurdî

Operaya ‘Mem û Zîn’ û şanoya ‘Dagirkirina Tarîtiyê’ beşdarî mîhrîcana ‘Internationale Maifestspiele’ ya li Almanayê dibin.

Di Internationale Maifestspiele de şanoya kurdî
12 gulan, 2023   10:08
QAMIŞLO - XALID ETÊ

Mîhrîcana şanoyê ‘Internationale Maifestspiele’ mîhrîcaneke navneteweyî ye û li Ewropayê ya herî navdar e. Ji 135 salan ve her sal li bajarê Wiesbaden ê wîlayeta Hesse ya Almanyayê tê lidarxistin. Di mîhrîcanê opera, şahiyên muzîkê, dans, şano û dram hene. Wek kombûna huner û çandên li cîhanê tê binavkirin û nêzî 100 hezar kes serdanê lê dikin.

Îsal û Ii gorî malperê mîhrîcanê, mijarê mîhrîcanê girtiyên siyasî ye. Di mîhrîcanê de zêdetirî 680 hunermendên ji Awistralya, Denmark, Yewnanistan, Britanya, Fransa, Îtalya, Koreya Başûr, Hollanda, Norwêc, Awisturya, Slovakya, Spanya, Swîsre, Komara Çekyayê, Ukrayna, Amerîka û Almanyayê beşdar bin.

BEŞDARIYA YEKEMÎN A HUNERA KURDÎ

Cara yekemîn 2 berhemên hunerî yên kurdî operaya ‘Mem û Zîn’ û şanoya ‘Dagirkirina Tarîtiyê’ beşdarî vê mîhrîcanê dibin.

Derhêneriya ‘Mem û Zînê’ Îhsan Osman dike. Hunermend Ozlem Bulut û Engelo Pollak lîstikvanê wê ne. 13′ê Gulanê saet di 15:00′an de dê were pêşkêşkirin.

‘Dagirkirina Tarîtiyê’ jî ji aliyê Kefal Sidqî ve hatiye nivîsandin û derhêneriya wê Îhsan Osman dike û îro tê pêşandan.

′BI RÊYA HUNERÊ RASTIYA DAGIRKERÎ Û GELÊ KURD TÊN PÊŞKÊŞKIRIN′

Têkildarî mijarê derhêner Îhsan Osman ji ajansa me re axivî. Osman got: "Mem û Zîn xebateke hunerî û siyasî ye û cara yekemîn tê pêşkêşkirin. Tê de peyama Ehmedê Xanî ya ji destana Mem û Zînê ya kurdî heye. Her wiha di peyamê de rastî û xewna gelê Kurd heye.”

Îhsan Osman wiha domand: "Di destpêka pêşxistin û amadekirina xebatê de alîkarî ji hunermendên Bakurê Kurdistanê hate xwestin. Lê mixabin ji ber astengiya rejîma Tirk ku şerê huner û wêjeya kurdî û gelê Kurd dike, nekarîn beşdar bibin. Li gel hunermendên Kurd, hunermendên Alman jî beşdar bûn. Lê ev xebat xwedî ruh, ziman û çîrokeke kurdî ye. Em bi hêvî ne mafê vê destana kurdî bidin.”

Osman li ser şanoya ‘Dagirkirina Tarîtiyê’ jî got: "Ew berhema wêjeyî xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber ku li ser qirkirina çandî ya li dijî Kurdên li Bakurê Kurdistanê ya di navbera 1945′an heta 1979′an de ye û bi navê qirkirina spî ye. Ew yek piştî qirkirina fîzîkî hat. Dagirkirina Tarîtiyê ji pirtûka nivîskar Bextiyar Elî ye."

Li gorî Osman pêşandana yekemîn a şanoyê di nava civaka Almanyayê de dengeke mezin veda û êşên gelê Kurd dan nasîn û wiha got: "Piştî nîşandana şanoyê, hatin gel me û ji me re gotin me nedizanî gelekî di vê demê de ew qas rastî zilm û êşê tê."

Derhêner Îhsan Osman wiha gotina xwe bi dawî kir: "Her du xebatên hunerî nûnertiya gelê Kurd û doza wî dikin. Ji min re serbilindiyek e ku derhênerê vê bim û ji gelê Kurd re wisa ye em beşdarî mezintirîn mîhrîcana hunerî ya li Ewropayê bûne. Ev gavek e û ji bo hunera kurdî û wêjeya wê guhartinek e. Em bi hêvî ne her du xebat bi ser bikevin û derhêneriya kurdî jî bi ser bikeve. Her xebateke nûnertiya rastiya gelê Kurd neke, ez nikarim tê de bixebitim."

(fr)

ANHA