Şehîd Mizgîn li Helebê hate bibîranîn

Tevgera Kevana Zêrîn şehîd Mizgîn bi bîr anîn. Axêverên şahiyê destnîşan kirin ku heta aştî û demokrasî li Kurdistanê pêk were dê hertim şehîd Mizgîn bibîr bînin.

Şehîd Mizgîn li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Mizgîn li Helebê hate bibîranîn
11 gulan, 2023   20:32
HELEB

Tevgera Kevana Zêrîn li Helebê şehîd Gurbet Aydin (Mizgîn) bi bîr anî. Tevgerê şahî li herêma Cibênat a rojhilatê taxê, bi beşdariya endamên saziyên sivîl, meclis, partî û şêniyan li dar xist.

Beriya lidarxistina şahiyê, bi dehan şênî û endamên tevgerê li pêşiya navenda tevgerê kom bûn û heta cihê şahiyê meşiyan.

Li cihê şahiyê endama rêveberiya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih axivî û di şexsê şehîd Mizgîn hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û got: “Şehîd Mizgîn ji bo têkoşerên tevgerê, pêşeng bû, çand û hunera resen a jinan parast.”

Remziye got: “Em heta aştî û demokrasî li Kurdistanê pêk were, dê şehîd Mizgîn bi bîr bînin.”

Di dawiyê de Remziye piştgiriya jinên Bakurê Kurdistanê kir ku tev li hilbijartinan bûne û diyar kir ku serkeftina wan, ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê serkeftin e.

Di şahiyê de koma Şehîd Vejîn a Tevgera Kevana Zêrîn, Koma Agirî ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo bernameyên xwe pêşandan. Her wiha sînefizyonek têkildarî jiyana şehîdên navenda çand û hunerê hate pêşandan.

(dm/şx)

ANHA