​​​​​​​Li Amûdê xebatên kooperatîfên çandiniyê

Kooperatîfa çandiniyê ku Komîteya Aboriyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê ava kiriye, li herêmê ji bo pêkanîna rêbaza xwetêrkirinê û peydakirina derfetên kar.

​​​​​​​Li Amûdê xebatên kooperatîfên çandiniyê
​​​​​​​Li Amûdê xebatên kooperatîfên çandiniyê
​​​​​​​Li Amûdê xebatên kooperatîfên çandiniyê
​​​​​​​Li Amûdê xebatên kooperatîfên çandiniyê
​​​​​​​Li Amûdê xebatên kooperatîfên çandiniyê
​​​​​​​Li Amûdê xebatên kooperatîfên çandiniyê
​​​​​​​Li Amûdê xebatên kooperatîfên çandiniyê
9 gulan, 2023   08:20
QAMIŞLO - XALID ETÊ

Hejmara kooperatîfên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet kooperatîfên çandiniyê, sal bi sal zêdetir dibe. Ji ber ku çandinî damara aboriyê ye û ji bo pêşxistina hilberînê li herêmê xwedî roleke sereke ye.

Komîteya Aboriyê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê kooperatîfên çandiniyê ji malbatên şehîdan re li gundê Sinciq Sadûn (li başûrê Amûdê) ava kirin.

Li gorî berpirsên kooperatîfê, rûbera ku hatiye çandin 20 donim e. Tê de cihê mirîşkan û 10 baxçeyên sergirtî hene ku tê de sebzeyên cur bi cur têne çandin.

Di kooperatîfê de 8 malbatên şehîdan dixebitin û mezintirîn kooperatîfa çandiniyê ya li navçeyê ye.

Der barê datayên projeyê de, ji berpirsên projeyê Nîzar Şakir ji ajansa me re axivî û got: "Di projeyê de 10 baxçeyên sergirtî hene; rûbera her yekê nîv donim e, li 6 doniman kartol hatine çandin û li donimekê petêx hatiye çandin. Her wiha cihekî mirîşkan heye, lê bi awayekî demkî hatiye sekinandin. 2 bîrên avê jî hene.”

Şakir têkildarî hilberînê jî ev agahî parve kirin: "Berhemên me baş in. Dê di çend rojên bê de hilberîn zêdetir bibe.”

PEYDAKIRINA DERFETÊN KAR

Li ser girîngiya projeyê ji bo malbatên kedkar, ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ê ji gundê Sinciq Xelîl, Warşîn Ehmed tevî malbata xwe dixebite û çavdêriyê li ser beşa kartolan dike. Ehmed got: "Proje xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e û derfeta kar peyda dike. Armanca jê pêkanîna xwetêrkirinê ji aliyê sebezeyan de ye, hilberînên wê jî diçin sûkan.”

Ehmed têkildarî beşa ku li ser disekine, wiha got: "Niha rewş baş e. Em nav kartolan giyayên zirar paqij dikin û av didin. Dê piştî meh û nîvekê li sûkan bi buhayekî guncaw belav bikin."

QEZENCÊN PROJEYÊ

Cemîle Xelef jî di kooperatîfê de dixebite. Cemîleyê li ser projeyê wiha got: "Ez û malbata xwe di projeyê de dixebitin û me qezenceke baş jê kir. Em di aliyê debarê de xwe dispêrin karê nava zeviyan. Bi vê yekê êdî em ê di dema pêş de sebzeyan ji derve neynin. Em spasiya Komîteya Aborî dikin û hêvî dikin ev proje zêdetir bibin. Ji ber ku sûda wan ji hemû civakê re heye."

(dm/c)

ANHA