Ji Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan banga tevlêbûna çalakiyan

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bang li gel kir ku beşdarî çalakiyên 10`ê Gulanê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin.

Ji Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan banga tevlêbûna çalakiyan
9 gulan, 2023   08:08
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Di demên dawîn de hin derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê, ji bo propagandaya xwe ya hilbijartinê bikin der barê Rêber Abdullah Ocalan de hin îdia belav kirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku agahiyên hatine belavkirin ne rast in û got ev 25 meh e tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin.

Di daxuyaniya Boruya Hiqûqê ya Sedsalê ya 3`ê Gulanê de bang li her kesê hat kirin ku vê hesasiyetê esas bigirin û li gorî wê tev bigerin.

Têkildarî mijarê, berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr ji ajansa me re axivî. Mûnzûr diyar kir ku daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji îdiayên têkildarî Rêber Abdullah Ocalan re bûye bersiv.

Ferzenda Mûnzûr bal kişand ser pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û got: “Bê guman, dîroka Îmraliyê bi pergala îşkenceyê tê nasîn û armanca wê şikandina îradeya kesayetên navdar e. Ev pergala îşkenceyê li dijî Rêbertî gihîştiye lûtkeyê. Zêdetirî 25 meh e hevdîtina Rêbertî bi parêzeran re tê astengkirin û bi vê yekê hemû mafên Rêbertî hatine binpêkirin.”

'BERIYA HILBIJARTINAN AGAHIYÊN NERAST BELAV DIKIN’

Ferzende anî ziman ku hin alî beriya hilbijartinên li Tirkiyeyê hewl didin agahiyên nerast der barê Rêber Ocalan de belav bikin û got: “Ji vê yekê tê femkirin ku Rêbertî xwedî girîngî û bandoreke mezin e. Rêber Ocalan xwedî prensîbên ji bo çareserkirina doza kurdî bi rengekî demokratîk, aştiyane û çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê û mirovahiyê tevahî ye. Hemû îdiayên ku vê dawiyê der barê Rêbertî de hatine belavkirin bê bingeh in.”

‘DIVÊ PARÊZER HEVÎDITINÊ BIKIN’

Ferzende Mûnzûr anî ziman ku ev îdia asta bandora îrade û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin û wiha pê de çû: “Tiştê ku divê di vê pêvajoyê de bê kirin ev e; ji bo eşkerekirina rastiyê ji raya giştî re divê parêzer û malbat bi Rêbertî re hevdîtinê bikin.”

Mûnzûr diyar kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di Îlona 2022`yan de rapora xwe ya têkildarî Îmraliyê radestî Tirkiyeyê kir û got: “Desthilata Tirkiyeyê hewl da vê raporê veşêre, ji ber ku peyamên Rêber Abdullah Ocalan rê li pêşiya demokrasî, azadî û diyalogê vedikin û binpêkirinên Tirkiyeyê eşkere dikin.”

BERXWEDANA ÎMRALIYÊ

Ferzenda Mûnzûr di dewama axaftina xwe de anî ziman ku gelê Kurdistanê hêza xwe ji berxwedana li Îmraliyê digire. Mûnzûr got çalakiyên girseyî yên gel ji bo zexta li ser raya giştî ya cîhanê ne.

Têkildarî çalakiyên 10`ê Gulanê yên li herêma Cizîrê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesk jî ev bang kir: “Bila ev meşeke dîrokî ya bi dirûşmên azadiyê be.”

Tê payîn ku çalakiyeke girseyî bi heman armancê di 11`ê Gulanê de li herêma Firatê jî bê lidarxistin.

(c)

ANHA